Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê civîna xwe ya du mehan pêk anî 

Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê civîna xwe ya asayî ya 2 mehan li darxist. Di civînê de li şûna Şehîd Merwan Bedel, Heso Îbrahîm weke Hevserokê Desteya Rêveber a Şengal hate hilbijartin. Her wiha di civînde 10 mîn salvegera Şoreşa Rojavaiyê Kurdistanê hate pîrozkirin.

Li Komalgeha Duhla ya Şengalê Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê civîna xwe ya asayî ya 2 mehan li darxist. Civînê bi beşdariya endamên Meclisê, ji pêkhateyên Şîa, Ereb û Êzdiyan, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de li şûna Şehîd Merwan Bedel ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, Heso Îbrahîm weke Hevserokê Desteya Rêveber a Şengal hate hilbijartin.

Piştî civînê Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê encamname weşand. Li gorî encamnameyê Heso Îbrahîm weke Hevserokê nû yê Desteya Rêveber a Şengalê hate hilbijratin.  Encamnameya civîna Meclisê wihaye: “Di 18’ê Tîrmehê de me civîan xweya asayî ya dû mehan a meclisê bi beşdariya piraniya endaman lidarxist. Em didin diyar kirin ku ev dibe salek me kongra xwe ya meclisê lidarxst. Di nava vê salê de wek rêveberiya xweser a Şengalê di gelek êrîş û pilanên tinekirinê re derbasbû. Di nava salê de bi dehan cara êrîşên Dewleta Tirk li ser Şengalê û taybetî pêşengên me yên rêveberiya xweser û civaka Êzidî hatine kirin. Di şexsê Şehîd Saet Hesen û Merwan Bedel Hevserokê Desteya Rêveber de em tevahiya şehîdan bi bîr tînin. Hevalên me yên şehîd xewin û xeyalên wan Şengalek azad û Êzdîxaneke xweser bû, va îro em bi saya wan şehîda karin lihev kombibin û bê cidahî pêkhateyên Şengalê lihev kom bibin û ji bo pêşerojeke azad a Şengalê kar û xebatên xwe bidin meşandin. Ev civîn ji bo me û Şengalê gelek bi wateye, ji ber ku  dema em tê dene demeka hesase û em di bin gef û êrîşa dene. Her wiha em di salvegera Şoreşa Rojava dene. Em wek civaka Şengalê berxwedaniya Rojava û serketina Şoreşa Rojava pîroz dikin. Şengal ji Rojavayê Kurdistanê ne qute, belkû me kariya hêz û ezmûna li Rojava bigirin û di hemû mila de têkoşîna hevpar bidin meşandin. Ji dema fermana 3’ê Tebaxê de ku em derbasî 8’emîn salvegera wê dibin, yek ji dostên me ku herî zêde û heya niha bi me re sekiniye Rojava bûye. Bi keda şehîda rê ji bo gelê me vekirin, heya gelê me ji qirkirinê rizgar kirin. Heya niha têkoşîna Rêveberiya Rojava ya ji bo rizgarkirina jin û zarokên vê civakê ji destê Çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.

Rewşa Siyasî

Di civîna me de rewşa siyasî ya li herêmê bi vî away hate destgrtin. Her kû diçe li herêmê guhartinên siyasî, aborî û civakî pêş dikevin. Taybet ev dema em têde ne demekî gelek hesase. Ji ber em dibînin ku Rojhilata Navîn ber bi guhertinên mezin ve diçe.  di van geşedanên li herêmê NATO role sereke radibe. Xuya dibe NATO jî ne li gor berjewendiyên herêmê belkû li dijî pêşketin û azadiya gelan çi ji dest tê dike. Her kes dizane pştî şerê dijwar ê li ser Herêmên Parastina Medyayê bi awayekî berçav bêdengiya cîhanê li himberî bikaranîna çekên qedaxekirî yên li dijî gerîlayên azadiyê ev şirîkaniya Neteweyên Yekbûyî ya bi dewleta Tirk re dide îspatkirin. Hesabê welatên serdest ew bû ku di nava çend rojan de herêmên gerîla dagîr bikin û pirojeya Netewa Demokartîk ku li herêmê pêş ketiya bifetisînin.

Her wiha beriya bidawî bûna Peymana Lozanê hin guhartinên nû li gor berjewendiyên xwe li herêmê pêş bixin. Lê berxwedaniya li herêmên gerîla û berxwedaniya bê hempa bi bedelên mezin rê liber vê pilanê hatiya girtin û hesabên li ser herêmê hatine valaderxistin.

Niha dewleta Tirk li hemberî berxwedaniya gerîla bêçare maye, loma êrîşkirina ser Rojava kirine rojeve xwe. Ji ber ku di operasyona li ser gerîla de NATO destek dide dewleta Tirk, bi heman awayî heye astekê destek didin operesyona li ser Rojava. Ev şerê ku li rojava bêqewima ewê ne şerekî wek ê dagirkina Efrîn û Serê Kaniyê be, ji ber Rêvberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gehişta wê îqanetê ku ji bilî berxwedanê ewê ti rêkefitnek din li ser axa Sûraiyê nekin. Dewleta Tirk jî dixwaze bi vê opresyonê xwe ji şerê li hemberî gerîla bidize. Gerîla ku niha li çiyayên azad liber xwe dide, ji bo tevahiya Iraqê şer dike. Eger berxwedana gerîla nebe ewê di nava 24 saetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê bihata dagirkirin. Dewleta Tirk wê bi Başûrê Kurdistanê tenê sînordar nedima, ji ber ku çavê wan lêye Kerkûk û Mûsilê jî bixin bin serweriya xwe de. Heta bidawî bûna peyman Lozanê, ev herêm ji xwe re tapo kiriban.  Çiqasî ev mijarekî ku tevahiya Iraqê, Sunne, Şîa û tevahiya pêkhateyên din elaqedar dike, lê heye niha  ew neketine wê firqê ku şerê gerîla rê liber parçebûna Iraqê û dagîrkirina beşekî mezin ji xaka Iraqê digire. Wek tê zanîn çawa di 15’ê Nîsanê de li ser herêmên gerîla operesyon hate destpêkirin, li Şengalê jî êrişî ser Asayîşa Êzdîxanê hate kirin. Ev êrîş ne tenê li ser asayîşê bû, belkû li ser rêveberiya xweser û îradeya azad a civaka Êzidî bû. Berxwdaniya li Duhurê û Sinûnê hate kirin. Xwedîderketina gelê me li sazî û dezgehên wan, di milê din berxwedaniya gerîla a li çiyayên azad pilana tesfiyekirina sîstema neteweya demokartîk têk bir.

Civîna me bi ancamnameyeke berfireh hate bi dawî kirin. Di dawiya civînê de ji bo li dijî hemû êrişa gel bê birêxstin kirin, her wiha xurtkirina aboriya Şengalê biryar hatin derxistin û civîn bidawî bû.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ROJNEWS- ŞENGAL

Show More
Back to top button