‘Dewleta Tirk bêyî PDK’ê nikare êrîşî Şengalê bisiklet’

Rojnamevan Argeş Şengalî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Şengalê û got, "Dewleta Tirk bêyî PDK'ê nikare êrîşê bibe ser Şengalê. Êrîş her wiha bi erêkirina Iraqê têne kirin."

Di dema dawî de dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi droneyan li ser Şengalê zêde kiriye. Rojnamevan Argeş Şengalî êrîşên dewleta Tirk, her wiha hevkariya PDK’ê, bêdengiya hikumeta Iraqê nirxand. Di heman demê de bal kişand ser helwesta xelkê Şengalê. Di vê der barê de rojnamevan Argeş Şengalî ji ANF’ê re axivî.

Rojnamevan Argeş Şengalî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê û rola PDK’ê ya li herêmê û got: “Di nava du mehan de 8 caran êrîş pêk hatin. Ji sala 2017’an heta niha êrîşên dewleta Tirk li ser Şengal û jîngehên sivîlan hene, dewam dikin. Bi hedefkirina stûna tifaqa civaka Êzidî Mamê Zekî Şengalî re êrîşên xwe yên li ser herêmê berfirehtir kirin. Sedemê êrîşan bi gotina wan ne ji ber hêzên ne fermî yên li herêmê, belku domandina fermanê bû. Çawa ku PDK, dewleta Iraqê û Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê di dema fermanê de bi ser neketin, xwestin pîlanên xwe yên mayîn dewam bikin. Ji fermandarên Şengalê destpê kirin ên weke Mam Zekî, Mam Seîd, Fermandar Zerdeş Şengalî, Dijwar Feqîr. Kesên ji tifaq û yekgirtina Êzidiyan bin kirin hedef. Çiqas êrîş pêk hatin, civaka Êzidî û Şengalê li ber xwe dan û rabûn serxwe. Helwesta xwe ya li ber dijmin bihêztir kir. PDK a ku pîlana wê ya dema DAÎŞ’ê bi ser neket, bi rêdayîna Tirkiye xwest vê pêk bîne. PDK bi peymana îmze kir, artêşa Iraqê bi rengên cuda sor kir û berê wan da Şengalê. Xwestin bi hêzê wan zarokên Şengalê yên demê fermanê de li ber xwe dan, xwe ji xweliya xwe afirandin, wan destkeftiyên heyî ji destê wan bigire rastî berxwedanê hatin. Ji roja peyman li ser civaka Êzidî hatî kirin heta niha li ser piyan e. Ev peyman wê ti carî neyê qebûlkirin. Helwesta civaka Êzidî li ber vê yekê zelal e.”

‘BÊ PDK’Ê TIRKIYE NIKARE ÊRÎŞ Û TI PÎLANAN LI SER ŞENGALÊ BISIKLET’

Şengalî wiha domand: “Dewleta Tirk bê PDK nikare ti êrîş û pîlanan li ser Şengalê pêk bîne. Bi erêkirina dewleta Iraq û PDK’ê êrîş li ser Şengalê tên kirin. Heger PDK rê nede dewleta Tirk êrîş li Şengalê pêk nayê, herêmê xwe yên Başûr ji dewleta Tirk re vala ne kiriba wê êrîş pêk nehata. Piranî êrîşên li Şengalê pêk tên destê PDK’ê têde heye. Ji roja êrîş li ser Şengalê pêk tê, dije terora Herêma Kurdistanê agahiyên çewt belav dike, qaşo di êrîşan de evqas kes şehîd û birîndar bûne. PDK beşek Iraq jî kiriye hevalê êrîşên xwe. Her tişt di fermanê de eşkere bû. PDK çiqas xwestiye vê civakê çatal bisiklet, pîlanan bisiklet. Ji xwe dewleta Tirk ji xwe dijminê civaka Êzidî ye.”

‘EV ÊRÎŞ JI BER BÊDENGÎ, BÊ HELWESTÎ Û VALATIYA HIKÛMETÊ PÊK HAT’

Li ser helwesta hikûmeta Iraqê jî Rojnamevan Şengalî nixandin kir û diyar kir ku heta niha Iraq ne helwestek cidî ne jî ji rêzê li ber êrîşên heyî nîşan nedaye û ev tişt anî ziman: “Bi sedan êrîş pêk hatine, bi dehan fermandar û lehengên me bi van êrîşên hovane yên dewleta Tirk şehîd bûne, heta roja îro hikûmeta Iraq ne daxuyanî û ne jî helwestek nîşan neda. Bi navê şermezarkirinê tiştek negotiye. Di êrîşa dewleta Tirk a li ser seyrangeha Perex a Zaxo ku jin û zarok jî di nav de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn, hemû Iraq rabû ser lingan. Gelek daxuyanî hatin dayîn hem êrîş şermezar kirin û hem jî daxwaz derxistina baregehên Tirkiye li ser axa Iraqê kirin. Şengal jî axa Iraqê ye, di bin serweriya dewleta Iraq û artêşê de ye. Ne hikûmeta Kazimî û ne jî ya berî wî ti helwestek nîşan neda. Ev hemû êrîş ji bêdengî û bê helwestiya hikûmeta Iraqê û valatiya hikûmetê pêk hat. Tirkiye ji vê fersend dît. Irak divê helwesta xwe ya li ber civaka Êzidî zelal bike.

‘GELEK JI TINEBÛNÊ HEBÛN XWE AVAKIRIYE, BI ÊRÎŞAN DEV JI AXA PÎROZ BERNADIN’

Rojnamevan Argeş Şengalî qala helwestên xurt ên civaka Êzidî kir û wiha pêde çû: “Gel bi xwe helwest nîşanî dewleta Tirk da. Gel dibêje em ê êrîşên dewleta Tirk rawestin. Gel dibêjin ew ê dest ji destkeftiyên hatin bidestxistin bernedin. Ev helwesta gel e. Ji roja 2014’an heta niha ev helwesta gel e. Ji ber ku gelek ji tinebûnê hebûna xwe ava kiriye, bi êrîşan dev ji van destkeftî û axa pîroz berde. Helwesta civka Êzidî zelal e. Çi dibe bila bibe ser axa xwe bijî, berdêl çi dibe bila bibe.”

‘TEVÎ ÊRÎŞAN WELATÎ VEDIGERIN, ÊDÎ PDK PÊŞIYA ÊZIDYAN NIKARE BIGIRE’

Her wiha li ser vegera welatiyên Êzidî yên ji aliyê PDK’ê ve dîl li kampan hatine girtin jî Rojnamevan Şengalî ev agahî parve kirin: “Tevî ku êrîş tên kirin, agir û dûxan ji wesayît û malên ku balafiran lê dane hiltên, em dibînin welatî ji kampên Başûr vedigerin. Dema ku welatiyên Til Izêr vedigeriyan dewleta Tirk êrîşî Til Izêr kir. Ji bo xelk venegerin êrîş kir. Xelkê me yên kampa weke dîlgirtî û hebsiyan in. Dixwazin wan weke amûrekê bikar bînin. Têkiliyên me bi gelek welatiyên kampan re hene, dibêjin ku PDK rê nade wan. Eger PDK rê bide wê bi hezaran kesên din jî vegerîbûna. Piştî hikûmeta nû hate avakirin, hinek belgename hatin amadekirin, her kesê bixwaze vegere ser axa Şengalê dikare vegerê. Niha rojane nêzî 30 malbat vedigerin. Rojane 10-15 malbat vedigerin Til Izêr, Gir Zerik cihê ku di fermanê de li ber xwe dayî, gelek malbat vedigerin. PDK nikare li ber civaka Êzidî bisekine, êdî ji kampan hêdî hêdî vedigerin ser ax û malên xwe. PDK her çendî bi êrîşan bixwazin pêşiya vegerê bigirin û Êzidiyan di kampan de bigire, lê careke din Êzidî bi israre vegere ser axa xwe û bijî.

Anf Şingal

Show More
Back to top button