Pêşangeha wêneyan a li Şengalê bi dawî bû
Li Şengalê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, pêşengeha wêneyan a hatî vekirin di roja sêyemîn de bi dawî bû
Li Şengalê pêşengeha wêneyan a bi pêşengiya jin û ciwanên Êzidî, li avahiya Meclîsa Gel a Dohla hatî vekirin di roja sêyemîn de bi dawî bû. Di pêşengehê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, wêneyên jin û zarokan ku bi dest hatine çêkirin hatin pêşandin.
Di nava sê rojan de, welatiyên gund û nafçeyên Şengalê bi sedan kesî serdana pêşangehê kirin. Duh welatiyên navenda Şengalê, nehiya Tilezêr û Serdeştê serdana pêşangehê kirin.
Pêşangaha wêneyan bi civenek berfireh ku ji aliyê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman ve hate çêkirin bi dawî bû. Di civînê de li ser girîngiya pêşangehê ji bo gelê Şengalê, her wiha naskirina fikir û ramanên Rêber Ocalan a ji bo welatiyên Şengalê nirxandin hatin kirin.
Di civînê de li ser rewşa Êzidiyan bi giştî û taybetî yên Şengalê nîqaş hatin kirin û bang li civaka Êzidî hate kirin daku li hemberî pilanên ku li ser wan tên meşandin hişiyar bin.
Piştî civînê pêşengaha wêneyan bi dawî bû.