Belgefîlmek ji rizgarbûna destê DAIŞ’ê heta fermandartiya YJŞ’ê

Belgesela ‘Hêza’ çîroka jinek Êzidiye ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin, piştre ji destê DAIŞ’ê xwe rizgar dike. Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana civaka Êzidî diçe Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Ev belgesel wê di demek nêzîk de were belavkirin.

Belgesela bi navê ‘Hêza’ ji sala 2019’an ve dîmenên wê li Reqa, bakur û rojhilatê Suriyeyê û li Şengalê hatine girtin û di nava salek de temam bûye.

Belgesel li ser serpêhatiya jinek Êzidiye ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin.

Çeteyên DAIŞ’ê wê dibin Reqayê, li wir rastî gelek kiryarên xirab ên çeteyan tê. Gelek caran hewla întiharê dide lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbatek Kurd xwe rizgar dike. Di sala 2015’an de carek din tê Şengalê û dibe yek ji fermandarên YJŞ’ê.

Di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xelafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kirî, dike.

Derya Deniz derhêneriya belgeselê kiriye, muzîka wê ji aliyê Mehmud Berazî ve hatiye amadekirin. Her wiha montaj û wênegirtina wê jî ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatiye kirin.

Belgesel temam bûye, fragmana belgeselê hat belavkirin. Wê di rojên pêş de tevli festivala filmên navdewletî bike û piştre jî were belavkirin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button