Biryar berxwedanî û xwedî derketin e

Meclîsa Xweseriya Demokratîk (MXDŞ) li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, PADÊ, TAJÊ, rûspî û oldaran civiya û bi daxuyaniya çapemeniyê helwesta xwe ya derbarê ferzkirinên hikûmeta Iraqê de eşkere kir

MXDŞ’ê ragihand, hikûmeta Kazimî li ser wan ferz dike, YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê Şengalê terk bike.

Li beramber van tehdit û ferzkirinan MXDŞ’ê biryara berxwedanê da û ev bang kir; “Me heya niha her rêbaza çareseriyê esas girt û ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz dikin, serî li rêya şer nexe. Em ji tehdîtên wan natirsin. Lê eger ew di şer de israr bikin, emê jî liberxwe bidin.”

Nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser tehdîtên  Hikûmeta Federal a Iraqê ya li ser daxwaza PDK  û Tirkiyeyê dike, civiyabûn. Piştî civînê bi amadebûna hemû beşdarên civînê li çiyayê Şengalê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de helwest û biryara dawî ya MXDŞ’ê hate eşkere kirin.

Bi navê MXDŞ’ê û hemû pêkhateyan Hevseroka Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Rîham Hiço daxuyaniyê xwend. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, tevî hemû hewldanên çareserîyê ya rêveberiya xweser jî Hikûmeta Iraqê û PDK li ser pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê israr dikin û ev tişt hate gotin; “Em weke Meclîsa Xweser a Şengalê îro bi rojeveke taybet civiyan. Civîna me li ser gefên Hikûmeta Federal a Mistefa Kazimî bû. Me di civînê de nirxandinên berfireh kir û helwest girt.”

Di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 2014’an hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin; “Civaka Ezîdî bi hezaran sale li ser vê axê bi ziman, ol û çanda xwe, bi pêkhate û baweriyên cûda re dijî. Di dirokê de ti carî Ezîdî zilm li gel û baweriyan cûda nekiriye. Timî bi dostanî û biratî nêz bûye. Lê tevî vê yekê jî mixabin, gelek caran em di fermanê re derbas bûn, bi destê împeretor û seltenetan hatin qetil kirin. Weke tê zanîn 3’yê Tebaxa 2014’an hêzên ewlekariya Iraqê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hişt. Hem hêzên PDK’ê hem jî yên Iraqê ji Şengalê reviyan. Ji ber vê di pêkhatina fermanê de ew her du hêz berpirsiyarin.

‘PKK Û YPG Bİ HAWARA ME VE HATİN’

Dema ev sûcê dîrokî hate kirin, gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê bi hawara me ve hatin. Bi hatina wan hêzan Êzîdiyên rizgar bûn, li dijî DAIŞ’ê dest bi têkoşînê kirin. Em tevlî pêngava têkbirina DAIŞ’ê bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê 390 şehîd di vê oxirê da da û 1060 birîndar û gaziyên me çêbûn. Dema ferman çêbû, bi hezaran Êzîdî koç kirin, bi hezaran jin, zarok û kal hatin revandin. Hîn jî aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn.”

‘ME DERSÊN MEZİN Jİ FERMANÊ DERXİST’

Rîham Hiço ku daxuyanî xwend diyar kir, civaka me dersên mezin ji fermana 73’an derxistiye û wiha pêde çû; “Me ji fermana 73’an dersên mezin derxist. Eşkereye ku bêyî hêzên parastina Êzîdiyan, hêzên Iraqê wê nekarin Şengalê biparêzin. Em nikarin weke civaka Êzîdî êdî di mijara ewlekariyê de bawerî bi wan hêzan bînin. Ol, ziman û çanda me xwediyê taybetmendiyên xweser e. Di destûra Iraqê de derbas dibe ku Şengal dikare xwe birêve bibe. Dîsa dikare hêzên xwe yên parastinê hebe.”

‘KAZİMÎ GUH NADE ÊZÎDİYAN, GUH DİDE TİRKİYE Û PDK’Ê’

Di daxuyaniyê de careke din hewldanên çareseriyê yên rêveberiya xweser a Şengalê hate bibîrxistin û rexneyên wekî; “Gelek caran me projeya çareseriyè pêşkêş kir, li şuna ku Kazimî guh bide daxwazên Êzîdiyan, bi Tirkiye û PDK’ê re li dijî Şengalê li hev kir û Peyman mohr kir. Em peymana 9’ê Cotmehê weke komployek dijî Êzîdiyan dibinin û red dikin. Ev peyman ji bo tasfiyekirina Êzîdiyan e. Ew tasfiyeya ku DAIŞ nîvco hiştbû, peymana Bexda-Hewlêr dixwaze temam bike.”

‘ÇARESERÎ NASKİRİNA STATÛYA ŞENGAL E’

Di daxuyaniyê de hate gotin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sozên ku daye xelkê me bi cih ne aniye û wiha dom kir; “Ev nêzî 6 mehe me gelê me hemû rê û rêbazên demokratîk pêkanî ji bo nerazîbûna xwe ya dijî vê tifaqê îfade bikin. Em gelek caran bi nûnerên Iraqê re civiyan, ji bo alozî û şer rû nede. Me ji aliyê xwe ve gelek hewl da û her çareserker nêzbûn. Hikûmeta Kazimî jî her carê soz da, lê daxwazên gelê me bi cih neanî û her carê xwestin Êzîdî bêparastin bihêlin. Herî dawî 15’ê Adarê hevdîtinek di navera rêveberiya xweser û şandeya ji aliyê hikûmeta Kazimî ve hatibû şandin de çêbû. Di vê hevdîtinê de me hemû daxwaziyên xwe bi awayeke eşkere ragihand. Li gorî me pirsgirêka Şengalê ne ewlekariye, ji serî heya dawî siyasiye. Çareseriya wê jî dê bi naskirina Statûya xweseriyê çareser bibe. Dema statû zelal bibe, wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Şande wê deme daxwazên me guhdar kir û diyar kir ewê li ser van daxwazên me bixebitin. Lê wê deme du tişt ji Rêveberiya Xweser xwestin; a yekemîn derketina hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê û hatina artêşa Iraqê ji bo çiyayê Şengalê bû. Ji bo pêkanîna wê jî heya 1’ê Nîsanê dem dabûn. Diyarkirina dîrok ji bo me manidar e. Ev dîrok rastê pavşekişandina gerîlayên HPG’ê ji çiyayê Şengalê tê.”

‘RÊVEBERİYA ME DAXWAZÊN IRAQÊ Dİ CİH DE NABÎNE’

Di daxuyaniya MDXŞ’ê de ev daxwazên Iraqê tê redkirin û ev tê gotin; “Rêveberiya me ev daxwazên Iraqê di cih de nabîne û qebûl nake. Baweriya gelê me bi hêzên me yên asayîşê û YBŞ’ê heye. Hîn jî bandora fermanê li ser civaka me heye. Dema PDK û hêzên Iraqê gelê me bi DAIŞ’ê re rû bi rû hişint, asayîş û YBŞ civaka me parastin. Dîsa yê ku xwedî li civaka Êzîdî derket Rêveberiya Xweser bû. Niha çi pêwîstî heye ku artêşa Iraqê bikeve çiyayê Şengalê? Jixwe hêzek girêdayî artêşa Iraqê û şirte li çiya hene. Dîsa YBŞ weke hêzekî fermî ya girêdayî Iraqê li wire û parastina çiya dikin. Ma çi pêwîste hemû çiyayê Şengalê bi hêzên leşkerî tijî bikin? Gelo Iraq nizane li hemû deverên Şengalê cihên me yên pîroz hene?”.

‘EM DAXWAZA MAFÊN DESTÛRÎ Û MİROVÎ DİKİN’

Daxwazên Rêveberiya Şengalê jî wiha hate rêzkirin; “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê careke din biryara xwe eşkere dikin û bersiv didin Hikûmeta Mistefa Kazimî; em weke hemwelatiyên Iraqê mafekî desturî û mirovî daxwaz dikin. Daxwazên me meşru û qanûnîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hêza me û projeya me heye û amadene çareser bikin. Em li vê herêma xwe şer û alozî naxwazin. Ev tişt xizmetê ji Iraqê re jî nake. Lê hikûmeta Kazimî me tehdît dike û behsa bikaranîna rêbazên leşkerî dike. Dîsa hinek rayedarên herêmî jî behsa rijandina xwînê dikin. Em ji gef û tehdîtên tu kesî natirsin. Tu hêz jî nikare me vegerîne beriya fermanê. Eger ji derveyî diyalog û mûzakereyan rêbazên din li dijî me werin bikaranîn, helbet emê jî parastina xwe bikin. Em nikarin civaka xwe beramber fermanan bê parastin û bê îrade bilêlin. Ji lewma em ev daxwazên Iraqê red dikin. Emê ne Asayîşê ji holê rakin ne jî rê bidin artêş bikeve wargehên me yên pîroz. Ev li gorî baweriya me jî nayê qebûl kirin. Eger Hikûmeta Kazimî li ser wan gefên xwe bi israr be, ji bo artêş bişîne ji bo li dijî Êzîdiyan şer bike, emê jî li ber xwe bidin.”

BANGA Lİ RÊXİSTİNÊN NAVNETEWÎ Û KURDİSTANÎ

Di dawiya daxuyaniyê de banga guh dayîna daxwazên civaka me û xwedî derketina li Şengalê li NY, YE û hemû hêzên Kurdistanî hate kirin, rola xwe bilîzin û pêşî li şer û aloziyan bigirin.

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Xweseriya Şengalê”, “Bijî Xweparastina Şengalê”, “Hol Hola Tawisê Meleke” bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button