Artêşa Iraqê bi ser gundên Ereban ên li Şengalê de girt!

Hewldanên Artêşa Iraq yên dîwarkirina di navbera sînorê Rojavayê Kurdistan û Şengalê de dewam dike. Di heman demê zextên Iraqê jî zêde dibin, Artêşa Iraqê bi ser gelek malên gundên Şengalê de girt û gef li xelkê gund xwar da ku tevlî çalakiyên dijî dîwarkirina sînor nebin.

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Bi taybet Iraq dixwaze ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Di  13’ê Adarê de li dijî hewildana hikumeta Mistefa Kazimî ya avakirina sînorên di navbera civaka Êzidî û Ereban de, şêniyên Ereb û Êzidî meşiyan bûn û hewildana Artêşa Iraqê şermezar kiribûn. Piştî vê meşê zextên Hekûmeta Iraqê li ser şêniyên Ereb, zêde bûn.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê li Şengalê hatine standin, piştî 15’ê Adarê hêzên ser bi lîwaya 18’an ya Pasewanên Sînor ku girêdayî serokwezîrê Iraqê ne, bi ser gelek malên gundên Hesawîk, Bîrcarî û Tilmişrif de girtine. Ev gund bi ser navçeya Sinunê ne û bi qasî 3 kêlometre ji sînorê Rojava û Şengalê dûrin.

Nûçegihanê me ragihand ku di serdegirtina malan de, hêzên Kazimî gef lixelkê gund kirine da ku ji bo ragihandinê ne axivin û behsa serdegirtina malan nekin. Hêzên Kazimî sedemê bi ser de girtina malan jî bi hêceta lêgerîna çekan ve girêdane.

Herwiha nûçegihanê me ragihand şêniyan gotine, Artêşa Iraqê gef li wan xwarine da ku êdî Ereb tevlî meşên dijî çêkirina dîwar nebin û carek din jî tevlî çalakiyên cûda nebin. Tê gotin Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê jî telefonê xelkê li herêmê dikin da ku êdî tevlî çalakiyan nebin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button