Grûba Asoya Nû banga xwedîderketina li Şengalê kir

Grûba Asoya Nû têkildarî gef û planên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû partî û rêxistinên sivîl ên li Kurdistanê kir ku xwedî li Şengalê derkevin û piştgiriya wê bikin

Berfirehiya daxuyaniya Grûba Asoya Nû wiha ye: “Tevî hemû taybetmendî û hestyariyên Şengalê yên di warê ol, stratejîk, leşkerî û siyasî de Şengal beşeke ku ji mijareke ji mijarên siyasî ya gelê Kurd. Li hemû parçeyan rû birûyî plan û komkujiyî û înkarkirinê tên. Şengal piştî ferman, jenosîd û komkujiya bi destê DAIŞ’ê û dijminên gelê Kurd  bi ser de hat, niha bihêztir xwedî li xwe derdikeve. Xwerêveberî û hêza xwe ya parastinê avakiriye. Lewma li Başûrê Kurdistanê li dijî plangerî tên kirin. Tevî her tiştî li dijî vê îrade, xweserî û xwedîderketina Şengaliyan a li xwe, li dijî xwestek û xwebirêxistinkirina wan bi xwe ye. Em weke Grûba Asoya Nû bang û daxwazên xwe pêşkêşî hemû hêzen siyasî yên Kurd û civaka sivîl a li Kurdistanê dikin ku piştgiriya ezmûn û îradeya Şengalê bikin. Tişta ku li Şengalê rû dide planekî li dijî gelê Kurd, xweserî û îradeya xwerêveberiya li Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê gelê Kurd ve xwedîderketina li Şengalê divê awayek xurt pêk were û planên dagirkerên Kurdistanê pûç bikin.”

Grûba Asoya Nû xwe weke berdewama Grûba Wijdan pênase dike. Grûbek serbixwe tê zanîn.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button