Şandeyek ji Şengalê serdana malbata Şehîd Evîn, Rûken û Amara kirin

Şandeyek ji Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ya ku ji 5 kesan pêkdihat, serdana malbatên Şehîd Evîn Goyî, Şehîd Rûken Gabar û Şehîd Amara Rûbar yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin.

Şandeyek ji Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ya ku ji 5 kesan pêkdihat, serdana malbatên Şehîd Evîn Goyî, Şehîd Rûken Gabar û Şehîd Amara Rûbar yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kirin. Şendeyê di serdanê de peyama yekîtiyê dan.

Şandeyê di serdana malbatên şehîdan de sersaxî ji bo malbata Şehîd Evîn, Rûken û Amara xwest û dan diyarkirin ku şehîd li ku dibe bila bibe şehîdên tevahî gelê Kurd in. Bi wê ve girêdayî şandeyê di serdanê de balkişad li ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û gotin gelê Kurd enceq bi yekîtiyê dikare azadiya xwe mîsoger bike. Her sê Malbatên şehîdan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina şandeyê diyar kirin û xêrhatina şandeyê kirin.

Li ser armanca serdana şandeyê Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar axivî.

Hemed Bişar di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Evîn, Amara û Rûken de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Wek Saziya Malbatên Şehîdan a Şingalê me hatina sersaxiya malbatên şehîdên Mexmûrê ji bo xwe erk dît û me berê xwe da vir. Me xwest em serdana malbatên şehîdên komkujiya Parîs û yên çiyayên azad ên vê dawiyê bikin. Em bi saya van şehîdan îro dikarin bên bahev rûnin û yekîtiyek xwe çêbikin. Em xiyaneta navxweyî ya di nava gelê Kurd de şermezar dikin. Tişta wek malbatên şehîdan ji me tê xwestin yekîti ye. Ya ku îro li ser pêşengên me çêdibin ne niha destpêkiriye ev hezar salin ev yek bi serê me tê. Armanca dijmin tunekirina fikrê azad e.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button