TEV-DEM’ê bang kir: Bibin xwediyê helwestek layîqî civaka Êzidî

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi rasthatina 7’emîn salvegera Fermana 3 Tebaxê daxuyaniyek nivîskî parvekir. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de bang kir û got; “Em bang li gelê Kurd bi giştî û civaka Êzidî û hemû kesê dikin ku bi hemû derfetên xwe bibin xwediyê helwesteke layîqî civaka Êzidî li Şengalê da ku itîraf bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê were kirin û bi awayekî fermî di nava destûra Iraqê de cih bigire.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê salvegera 7`emîn a komkujiya Şengalê bi bîr anî û ragihand ku armanc ji êrişa li ser Şengalê ew e ku gelê Kurd ji kokê ve qir bikin,

Daxuyanî wiha ye:

“7 sal di ser komkujiya ku di 3`ê Tebaxa 2014`an de li dijî civaka Êzidî ku ji aliyê DAÎŞ`ê ve pêk hat, derbas bû û ew weke rojeke reş di dîroka mirovahiyê de ye bi nav kir. Roja ku mezintirîn komkujî di sedsala 21`an de û di dîroka mirovahiyê de hate kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê ew komkujî li dijî civaka me ya Êzidî pêk anî. Armanca wê komkujiyê ew bû ku hebûna Kurdên Êzidî yên ku bi berxwedana xwe çand, dîrok û koka xwe li hemberî 73 fermanan  parastine, tune bike û wan ji kokê ve rake.

Komkujî bi rêya planên rêxistinkirî û bi destekdayîna aliyên herêmî û navneteweyî hate kirin ku berjewendiyên xwe yên siyasî, şofenîst û aborî yên derexlaqî hebûn.  Her wiha xwestin ku çanda wan a dîrokî ya resen li pêşiya çavên civaka navneteweyî û di serî de NY`yê, tune bikin.

Civaka Êzidî li Şengalê rûbirûyî teror, kuştin û komkujiyan hiştin. Ev yek bû sedem ku rêxistina terorîst fermana 73`an li dijî civaka Êzidî pêk bîne. Ev yek di destpêka vê sedsalê de karesata mirovahiyê ye.

Çeteyên DAÎŞ’ê û bi destekdayîna dewleta Tirk a faşîst komkujî li dijî bi hezeran ji pêkhateyên ola Êzidî pêk anî, bi hezeran jin, ciwan û zarok revandin û ber bi cihên ne diyar ve birin. Heta roja îro jî çareûnsa wan ne diyar e. Ev hemû li hember bêdengiya hikumeta Bexdayê û rêveberiya PDK`ê bêyî ku helwestê diyar bikin, hatin kirin.

Peymana di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de ku di 9`ê Cotmeha 2020`an de li dijî rêveberiya Şengalê hate îmzekirin, berdewamiya komkujiyê ye. Li dijî civaka Êzidî li hev kirin da ku tişta ji terorê rizgar bûye careke din hilweşînin. Divyabû li şûna vê hevpeymanê destek bidana û ji bo rizgarkirina jinên Êzidî û vegera koçberan li Şengalê kar bikirina da ku jinûve avakirin bihata destpêkirin, her wiha divyabû lêborîn ji civaka Êzidî bixwestine. Lê heta niha di siyaseta xwe ya qirêj de dewam dikin û hemû hewldanên diyaloga aştiyane di navbera Bexda û Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Şengalê de, asteng dikin.

7 sal di ser karesata mirovî û êşa gelê Êzidî re derbas bûn. Ji ber dorpêça li ser Şengalê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk û bombebarana wê, êş û zehmetiyên Êzidiyan didomin. Ya herî xeternak jî bêdengiya civaka navneteweyî ye ku tu alîkariyê ji bo rizgarkirina jin û zarokan nake û tu hewldanên wê ji bo hesabxwestina ji sûcdar, kujer û kesên ku komkujî pêk anîne, tune ne.

Em bang li gelê Kurd bi giştî û civaka Êzidî bi taybet, hêzên niştîmanî, siyasî yên kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bi hemû derfetên xwe bibin xwediyê helwesteke layîqî civaka Êzidî li Şengalê da ku itîraf bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê were kirin û bi awayekî fermî di nava destûra Iraqê de cih bigire.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button