Leşkerên Iraqê li Şengalê êrişî standa ciwanan kirin-Nû Bû 

Leşkerên artêşa Iraqê li navenda Şengalê bi hêzek mezin ve êrişî standa pirtûkan a ciwanên Êzidî kir. Rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî rastî êrîşê hatin, kamerayê wan hatin şikandin û desteserkirin.

Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê, di çarçoweya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, standek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîn.

Ciwanên Êzidî bi vê çalakiyê re  dixwestin ku pirtûkên Rêber Ocalan li xelkê Şengalê belav bikin û fikrên wî bidin nasîn. Artêşa Iraqê ji destpêka danîna standê ve di nav wê hewldanê de bû ku astengiyan derxe. Lê ciwanên Êzidî bi biryardarî çalakiya xwe berdewam kirin.

Ji ber helwest û biryardariya ciwanan, vê carê hejmareke zêde ji leşkerên artêşa Iraqê anîn cihê standê û ciwanan dorpêç kirin. Li hemberî gef, zext û dorpêçkirinê jî ciwanan dest ji çalakiya xwe bernedan. Li ser vê helwestê, artêşa Iraqê bi jopan êrîşî ciwanan kirin û gelek ji wan derb kirin. Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kom kirin, hin ji wan qetandin û tevî pirtûkên Ocalan li wesayîteke leşkerî siwar kirin û birin.

Êrişî rojnamevanan jî kirin

Artêşa Iraqê her wiha êrîşî rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî kirin û dest danîn ser kel û pelên wan. Leşkeran her wiha kameraya Çira TV jî şikandin û bi xwe re birin.

Di dema vê êrîşê de, artêşa Iraqê her wiha gef li gelê navenda Şengalê jî xwar. Hin ji leşkerên artêşê çek li xelkê rakirin. Hate dîtin ku leşkerên artêşa Iraqê bi kîn û hêrseke mezin hem êrîşî ciwanan hem jî êrîşî gel kirin.

Li hemberî vê êrîşê ciwanên Êzidî diyar kirin ku ev êrîş, tirsa ji fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîşan dide, lê çi dibe bila bibe ew dest ji biryar û helwesta xwe bernadin.

Piştî stand hate belavkirin, niha li Şengalê bêdengî heye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button