‘Ev ferman hemû di serdemê wan de çêbûne’

Rêveberên Şingalê tekîldarî lîstokên li ser Şingalê qala fermanên li ser Êzîdîyan kirin û diyar kirin ku: Ew zane bûne û xîyanet din qebul nakin

Rêveberên Şingalê tekîldarî lîstokên li ser Şingalê qala fermanên li ser Êzîdîyan kirin û diyar kirin ku: Ew zane bûne û xîyanet din qebul nakin

 Dîlan Şingalî

Endamê meclîsa Sinûnê Xelef Qasim , endamê meclîsa Sinûnê Pîr Şemo Xwedêda Qasim, endamê meclîsa TAJÊ ya Digurê Zehra Şemo tekîldarî rêkeftina navbera  hikûmeta Iraq û rêveberiya Hewlerê ji fermanên dema Osmaniyan heyanî fermana 2014’an ji radyoya Dengê welatra axîvîn.

’Wan tenê darek jî li Çiyayê Şengalê de neçandiye’

Endamê meclîsa Sinûnê Xelef Qasim li ser fermanên civaka Êzîdîyan got ku mijara Şengalê mijarek dûv û dirêj û zehmet e, lewma dijminan ew kirine hedef, lewma wan ti caran şer nexwastiye û ti caran jî naxwazin û da zanîn ku Tim û dayîm di baweriya wan de ew dibêjin, wan li gel heftê mîletî jiyan e û xêrxwaz in. Xelef Qasim li ser lîstokên Şingalê diyar kir ku Şingal cîhekî stratejîk e, lewma hemû lîstok li ser Şingalê tên zivirandin û wiha berdewam kir: ‘’Em jiyanek bê şer û aram dixwazin. Mînak em îro dibînin ev îtîfaqa di navbera Hewlêr û Bexda çêbûye, ne tenê di navbera van herdu hêzan de ye, li pişt van lîstokkan Îran heye,  Îsraîl  heye û di serî de  jî ya ku serkêşiya vê dike dewleta Tirk e. Ji ber ku em dizanin bi hezaran salan axa me welatê me dagirkirin û tim dixwazim me ji holê rakin.Niha dixwazin miletê Êzîd tine bikin. Lê miletê Êzîdî dayîm li ber xwe dide. Bi hazaran carî êrîş  birine ser miletê Êzîdî, lê vala derketine. Îro gelê Êzîdî bûye xwedî hêza parastinê, diplomasiya xwe heye. Di her alî de miletê Êzîdî pêş ket û xwe pêş xist. Wan çiqas xwest miletê Êzîdî tine bikin jî lê miletê êzîdî li ber xwe da û xwe parast.  Helbet di dîrokê de hêzek cihekî dagir bikin û tên ser axa wî weletî, lê divê bihizirin derketin wê zehmet e. Dema ew derbas dibin wê ew jî bedelê vê bidin. Heta niha gelê Êzîdî bindestî qebûl nekiriye û wê qebûl nekin jî.’’ Qelef Qasim di berdewamiya nirxandinê xwe de balkişand fermanên li ser civaka Êzîdî û got berî 3’ê meha 8 2014’an jixwe fermanek bû, lê fermanek cuda bû û got her fermana tê bi rengekî û bi şeklek cuda tê. Qelef Qasim wiha pêde çû: ‘’Di serdema 2003’ê de dema rejîma Baas bi destê Emerîka şkest, wê demê jî  qirkirinek cuda bû, lê hêdî hêdî bû. Dibe mirov nedihatin kuştin lê di aliyê fikirî de dihatin tinekirin. Ji ber ku nedihêlan miletê Êzîdî mejiyê xwe bikarbîne. Pêşî lê dihat girtin.’’ Qelef Qasim tekîldarî peymana navbera hikûmeta Bexda û PDK’ê de diyar kir ku di pişt perdeyê de dewleta tirk heye û daxwaza wan ew e ku kes li çiyayê Şengalê de nemîne. Herwiha anî ziman ku ew dihizirin ku miletê Êzîdî miletek nivîstiye, lê miletê Êzîdî êdî şiyar bûye, ji bilî xweseriyê pê ve em tiştek din qebûl nakin. Xelef Qasim axaftinên xwe bi van hevokan dawî kir: ‘’Wan tenê darek jî li Çiyayê Şengalê de neçandiye. Tiştek nekirine ji bo vê civakê ji derveyî îxanetê. Ji ber wan bi hezaran keç û zarok hatin kuştin. Hatin revandin û firotin. Em ê li dijî vê rêkeftinê heta dawî bisekinin, qebûl nakin. Wan baz da, kesê negot wan derkevin. Em besî xwe ne. Ji ber ku em îro bûne rêxistin. Serkeftin her para me ye.

‘Ev ferman hemû di serdemê wan de çêbûne’

Endamê Meclîsa Sinûnê Xwedêda Qasim jî diyar kir ku ew dibêjin 74 ferman, lê hezar û çend ferman li ser Êzîdîyan pêkhatiye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: ‘’ Bes em hezarî nayînin ziman em dibêjin 74 ferman in. Beriyên me gotin hezar û çar fermanin. Em jî dizanin ji hezarî heştsedî ji aliyê osmaniyan ve ev ferman pêk hatine. Ev ferman hemû di serdemê wan de çêbûne. Lê yên ku hevkariya van dikir jî hebûn, ger ev hevkariya ku bi wan re nebûya çend osmaniyan jî nedigihişte me. Timî derdorê me xiyanet li me dikir.’’

Xwedê da Qasim di berdewamiya axaftinên xwe de qala serpêhatiya xwe ya dema fermana 3 meha 8 2014’an  kir û got ew di destpêka fermanê de li Başûr bû, wê demê  agahi girtiye ku Şingal ji aliyê DAIŞ ve hatiye girtin û wiha behsa wan kêliyan kir: ‘’Em li Başûr bûn, destê me qut bû ji miletê me ji mala me. Wê demê em wek sêsed ciwanên Êzîdî me çalakiyek li Xankê rakir û  li Sêmalê me li ser riyan  tayrî şewîtandin me rê girt. Ew hatin pêşiya me û nehêlan em çalakiya xwe bikin û j ime re gotin ev ne karê we ye û em birin mihadifiyê. Em çûn ber derê mihadifiyê, em hemû wê demê azîc bûn û kezeba me dişewitî. Ji ber kî  telefona ji me re dikir digot yek di Şingal de nemaye. Çeteyan ew hemû kuştin. Di nav wan de kesek binavê Elî hebû. Elî li ber deriya Mihafidiyê de milê me girt û ji me re got; ‘’hûn dixwazin biçin bi hawara Şengalê ve’’. Me got erê em dixwazin. Got; ‘’ temam kî ji we bixwaze dikare biçe heval li benda we ne.’’Piştî wê em çar kes, me seyarek xwe girt û em hatin wî milê avê, em gihiştin hevalan, hevalan em anîn. Hingê 65 hevalên gerîla bi me re bûn ji me re alîkarî kirin.  Em wek ciwanên Êzîdî wê demê 125 xortên Êzîdî bûn, em hatin gerîla nehêlan em şer bikin gotin; hûn hîn fêr nebûne, hûn germîn hûn ê xwe bidin kuştin. Jixwe wê demê çend şehîdên me jî çêbûn di rê de. Em şeşê mehê gihiştin çiyayê Şengalê. Hevalan ji me re got; kîjan girêdayî ku derê be, kuderê nas dike komekê bigirin û herîn wê derê.   Min got; ‘’ez bi xwe xelkê Cidalê me ez ê biçim wê derê. Ez çûm Cidalê. Wê demê hevalê Egîd Civyan hebû, hevalek mêrxas û egîd bû. Ez li vir wî jî bi bîr tînim. Bi rastî egîdek bû. Ger ew berxwedanî nebûya em niha li vir nedibûn, ew berxwedaniya fikrê Serok Apo bû. piştî vê berxwedanê YBŞ, Asayîş çêbû. Saziyên medenî çêbûn.’’

‘Ji ber wan îro Kurdistan di bin dagirkeriya dewletan de ye’

Xwedêda Qasim tekîldarî peymana 9’ê cotmehê ku tê de biryara hatina pêşmergeyan jî heye wiha axîvî: ‘‘Heta niha van hêzan tiştek ji me re nekirine. Berê her tişt di destê wan de bû, lê tiştek nedikirin. Di dema fermanê de em hiştin, niha jî  dibêjin emê werin parastina we  bikin. Ma ne hûn berê jî li vir bûn, baş e we çima em hiştin û hûn bazdan. Baş e em ê niha çawa baweriya xwe bi wan bînin. ‘’

Xwedêda Qasim li ser Xweseriya Şingalê jî diyar kir ku ew xwe rêxistin kirin e û ne mihtacî tu kesî ne û anî ziman ku ew parastina wan naxwazin. Xwedêda Qasim axaftinên xwe wiha bidawî kir: ‘’ Ev ne parastin e ev dubare ferman û îxanet e. Her kî em firotibin, êdî em naxwazin wer in. Îro Başûrê Kurdistanê hat dagirkirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Bila li hemberî van rabin îtîfaqek wisa bikin. Vê hizbê bi rastî Kurdistan xirab kir. Bi saya wan îro Kurdistan di bin dagirkeriya dewletan de ye. Em xelkê Şengalê ti carî bawerî û berxwedaniya xwe winda nakin. Em ê berxwe bidin û ti biryarên qirêj li ser Êzîdiyan qebûl nakin. ‘’

‘‘Bila bazdaban lê bila çekên me ji me negirtan’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî(TAJÊ)Zehra Şemo di nirxandinên xwe de bi mijara berî fermanê destpêkir û got ew dem bi hezaran pêşmerge hebûn, hemû amade bûn li vir, Cêşê Îraqê hebû weke niha, ew ji wek Êzîdî çepik ji bo wan lêdidan û da zanîn ku di dema 3’ê meha 8 2014’an de ferman li ser serê wan çêbû û ew kesên ku çepik ji wan re lêdidan bazdan e. Zehra Şemo li ser xiyaneta PDK’ê wiha axîvî : ‘’ Bila bazdaban lê bila çekên me ji me negirtan. Ji ber ku dema bazdan, çekên me jî ji me girtin hem em neparastin hem jî nehêlan em xwe biparêzin, çekên me kom kirin. Rê li me girtin.  400 keçên Êzîdî bes tenê di riya lofan de wisa rê girtin û kirin destê DAÎŞ’ê de. Yê ku vê xiyanetê l ime kir pêşmerge bûn. Hem revîyan hem jî alîkariya DAÎŞ’ê  kirin. Çekên me ji me digirtin, guleyên me jî digirtin û rê jî li me digirtin. Ma  fermana Tilizer ne ferman bû, mane ew jî ferman bû, disa bi hezaran keçên ciwan çûn û hatin qetilkirin. Hêlanên zarokan di bin xaniyan de ma, ew birîndarên ku ji Til Îzêr birin di fermana 2014’an ew kiribûn DAÎŞ  û bi ser me de diberdan. Di fermana Sibê Şêx Xidir  û Til Îzêr de kes li me nebû xwedî.  Ew kesên wê demê revandibûn kiribûn DAŞÎ di fermanê de li hemberî me dan şerkirin. Lê ew nebûn ferman, weke ferman bi nav nekirin, yekî li me jî pirs nekirin. Kesek li me nebû xwedî. Heftî yek ferman hatin serê me yek heq nebû ji derveyî fermana 2014 an. Ev ferman jî bi saya fikrê Serok Apo û gerîlayên bi hawara me ve hatin û ragihandina ku bi me ve  hatî fermana me xuya kir. Ji ber Berfın dengê me gihand cîhanê heta niha jî li pey Berfînin ku wê bikujin. Çîma, ji ber ku dengê jina Êzîdî gihand her devera cîhanê. Ew cîhana ku dibêje em mafê mirovahiyê diparêzin, derew e. Di vê cîhanê de ji fikrê Serok Apo mirovahî nemaye. Mirovahî îro hepskiriye. Li ser vê fermana ku bi serê me anîn jî niha li ser serê me bê îradaya me biryaran digirin. Bêyî me dîsa destê xwe kirine destê yek Mesûd Berzanî û Erdoxan. Heta niha jî keç  û jinên Êzîd li welat û dewletan belav in, di destê DAÎŞ’ê de ne. Ti kes bila bêyî îradeya me li ser me îmzayan neavêjin û di derbarê me de neçin biryaran. Heta jina Êzîdî hebe kes nikare biryarên xwe bi cih bine. Ê ku îxanet li jina Êzîdî kirî hatina wî zehmet e. Divê ew însan bên mehkemekirin. Divê werin serê xwe li ber jina Êzîdî betewînin, lêborîna xwe bixwazin.’’

Em ji xeyrî yên ku em xilas kirin û însantî bi me re kirin kesek din qebûl nakin

Zehra Şemo diyar kir ku êdî tiştekî ew bitirsin nemaye û anî ziman ku bi serê zilaman de jî ev tişt hatin lê ne weke jinê, pêncî jinên Êzîdî kirin qefesekê û agir bi wan xistin li Bajarê Misûlê. Zehra Şemo wiha berdewam kir: ‘’Emîrê DAÎŞ herî mezin û giran agir qefesê xist. Xwestin ku ew agir pê bixe. Di roja cejna remazanê de ev kirin. Kîjan dîn vê qebûl dike û heye. Berî vê gorek komî vekirin 70-80 jinên pîr wisa saxî bin ax kirine û gotine ne hêja em mermiyên xwe jî li wan bidin. Ka însantiya vê cîhanê.  Di vir de jinek ducanî hebû û zaroka wê wisa di zikê wê de hişk bûye. Em ji xeyrî yên ku em xilas kirin û însantî bi me re kirin kesek din qebûl nakin. Em niha bi saya wan xwe li ser lingan digirin û xwe bi xwe birêve dibin. Bi saya Serok APO îro hêza me ava bûye û em xwe perwerde dikin.  Serok Apo di navbera çar diwaran de silav şand û got; ezê heyfa jinên Êzîdî hilînim. Ji derveyî Serok Apo kesek din li me xwedî derneket. Ger ew neban her wê ferman bi ser me da hatiban, ma Şerê Xanesorê ji bîra me diçe, li wir çend şehîdên me çêbûn. Em herdu hevalên ji bo pêşiya şerê birakujiyê bigirin ku xwe xistin pêşiya seyarê û wîsa şehîd bûyîn ji bîr nakin. Xwe kirin mertal ji bo vî welatî. Heya ku em hene em vê ji bir nakin.’’

Zehra Şemo got ku êdî pêwîstîya wan nemaye ku werin wan biparêzin û fermanek din bi ser wan de bînin û li ser peymana 9’ê cotmehê wiha axîvî: ‘’Ew vê yekê qebûl nakin. Ev rêkeftina wan pêşçave ku fermanek din e. Bila her kes bizane ev meha 11’an hebûn û nebûna Êzîdxanê ye. Bila ti kes ne li pey merq û dolaran biçin, ne jî li pey pereyan biçin. Yên ku duh ferman bi serê me de anîn wê sibe jî ferman bi ser me de bînin. Ew keçên ku di fermanê de çûyîn bi qasî wan li Başûrê Kurdistanê de çûne. Ew pereyên dixwîn jî gel Tirka ye. Heta dema Sedam jî me nekarî bêjîn çiyayê me ye. Lê niha em li ser çiyayê xwe ne, em Şengala xwe ava dikin. yê ku em neparastin em wan qebûl nakin’’

Zehro Şemo di dawiyê de bangawaziya tevahî Êzîdîyan kir : ‘’ Ji Rûspîyên Êzîdî heya Moxtarên êzîdiyan divê her însanek Êzîdî rabe ser xwe di vê meha mijdarê de neheqiyê qebûl neke, hîna tola keç û xortên me li erdê ye. . Ji vir heya çiyayên azad silavên min ji wan re hene. Em deydarê wan in, em deydarê Serok APO ne. Ev îtîfaq û rêkeftina wan vala ye. Jina êzîd piştî 2014 êdî xwe rêxistin kir û perwerde kir. Êdî tiştekî bê îradeya xwe qebûl nake. Ya din jî me ew nederxistine ji Şengalê ew bi xwe reviyan û derketin. Em vegera wan qebûl nakin dubare. Pêwîstıya me bi wan nîne.’’

 

 

 

Show More
Back to top button