Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokkomarê Tirk Tayip Erdogan li Newyork’ê civiyan.

Duh li Newyorkê di dema civîna Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî de, Serokkomarê Iraqê Dr.Berhem Salih li gel Serokkomarê Tirk Receb Tayip Erdogan civiya.

Li gorî daxuyaniya ku Ofîsa Ragihandinê ya Berhem Salih ragihandî, di civînê de li ser peywendiyên du alî yên her du welatan û ji bo bihêzkirina peywendiyan a di warên cûda de axivîne.

Hat gotin, Berhem Salih di civînê de teqezî li ser giringiya pêkanîna aramiya herêmê û kêmkirina aloziyan kiriye. Her wiha diyarkiriye divê pirsgirêk bi rêyên diyalogê werin çareserkirin, rêz ji serweriya welatan re were girtin û destwerdan di karûbarên hevûdû de neyên kirin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button