Malbatên Şehîdan: Em ê serî li ber ti êrişek netewînin

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê Şermezarkir û got ew wek civaka Êzidî ne alîgirê şer in, lê ewê serî li ber tu êrîşan jî netewînin

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyaniya Malbatên Şehîdan ji aliyê Merwan Malo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Me wek civaka Êzidî ji bo parastina çand û baweriya xwe bi sedan şehîd dane û serî ji ti kesekî re netewandiye. Di dîrokê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û Osmaniyan ve bi armanca tinekirina ola Êzidî, bi sedan êriş û ferman li ser me pêk hatine. Lê herdem li himber her êrîşekê berxwedanî çêbûye. Dewleta Tirk  di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hemû awayî destek da çeteyên  DAIŞ’ê ji bo Êzdiyan ji Şengalê qut bikin. Lê gerîlayên PKK’ê ji bo  rê li ber qirkirina Êzidiyan bigrin berê xwe dan Şengalê û ji bo parastina civaka me bi sedan şehîd dan.

Piştî pêkanîna ewlekariya herêmê û rêxistinbûna civaka Êzidî, li ber çavê cîhanê gerîla ji Şengalê  derketin, daku behane ji dewleta Tirk re çênebe û êrîşî ser Şengalê neke.

Rixmê vekişîna gerîla ya ji Şengalê jî, lê dewleta Tirk a dagirker li ser êrîşên xwe yên li ser civaka Êzidî berdewama. Bi van êrîşan zarokên Êzidxanê dike hedef. Niha gefên dagirkirina Şengalê dike, lê em ji van gefan natirsin.

Em jî beşekin ji Iraqê, pêwîste Iraq jî li serweriya xwe xwedî derkeve û rê li ber gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigre.

Em wek civaka Êzidî herdem aştî xwazin û ne alîgirê tu şeran in, lê her êrîşek li ser me pêk were em ê serî jêre daneyînin. Çawa ji bo parastina Şengalê me bi sedan şehîd dan heya me ev destkeftî bi destxistin, em ê ji niha û şûn de jî li ser şopa şehîdên xwe bin. Em dibêjin bimre dagirkerî, bijî berxwedana Şengalê.”

Show More
Back to top button