Gelê me nobedariya parastina destkeftiyan kir

Xelkê me ber bi çiyayê Çilmêran ve ketin rê û çalakiya nobedariyê ji bo destkeftiyên xelkê parastinê pêkanî

Îro roja dawî ya hukumeta Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dabû hêzên me yên YBŞ, asayîşa Êzidxanê ku xwe ji holê rabike, rêveberiya herêmê teslîmi wan bike.
Heman demî îro demî salvegera roja xwe vekişîna hêzên Gerîlayên HPG-YJA starê ji şengalê ye. Bi vê boneyê xelkê me hem ji bo li hemberî van zextên li ser Şengalê tên meşandin, li dijî peymana 9’ê Cotmehê û êrîş û gefên li ser Şengalê cardin bi çalakiya nobedariyê şermezar kirin.
Bi wê armancê xelkê me ji serê sibehê ve ber bi çiyayê Çilmêran ve herikî. Xelkê me bi hemû sazî û welatiyên xwe destpêkê serdana Goristana Pakrewanan a Şehîd Berxwedan-Şehîd Dilgeş kirin û gorên şehîdan bi kûlîlk û çîçekan xemilandin. Xelkê me yêk bi yêk mezelên şehidên ku ji çar aliyê Kurdistanê wek gerîla xwe gihandîbûn hawara me û di vê oxirê de canê xwe feda kirîbûn bibîranîn.
Piştî vê serdanê xelkê me berê xwe dan çiyayê Çilmêran
Li aliyê din xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna hêzên parastina Êzidxanê, rêveberiya xweser û parastina destkeftiyan berê xwe da Çiyayê Şengalê. Welatiyên ku li herêma Çilmêra kom bûn rojek rengîn derbas kirin.

Show More
Back to top button