Êzidî û Erebên Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşeke girseyî lidarxistin 

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê pêkhateyên Êzidî û Ereb yên Şengalê, bi beşdariya sedan kesî, bi dirûşma, ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya Şengalê ye’ meşeke girseyî li darxistin û ev peyam dan; “Em bi saya fikrên Rêber Apo bi awayeke aştiyane li Şengalê bihevre dijîn. Bi saya fikrên wî dûbare vegeriyan Şengalê. Gelên li Şengalê dijîn, daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin.”

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê bi daxwaza azadiya Rêberê Apo, îro bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe yên ji civaka Êzidî, Ereb pêktên meşeke girseyî lidarxist. Ji derveyî pêkhateya Êzidî û Ereb, serokeşîr, kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarê meşê bûn.

Girseya gel ya di saet 09.00’an de li ser rêya gundê Xelef a girêdayî Xanesorê kombû, pankarta bi zimanê Kurdî û Erebî ya ‘Azadiya Serok Apo, azadiya Şengalê ye’ rakirin, heya gundê Barê meşiyan. Di meşê de bi sedan poster û wêneyên Rêber Ocalan hatin rakirin.

‘Ev sîstema me encama ked û hewldana Rêber Ocalane’

Di meşê de bênavber dirûşmeyên, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bi can bixwîn, em bi terene ey Serok’ hatin berzkirin. Meşa girseyî piştî ku gihîşt gundê Barê, li wir têkildarî armanca meşê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn.

Bi navê girseyê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend. Di daxuaniyê de hate diyarkirin ku nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê îro beşdarê meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûne û wiha hate gotin: “Ev sîstema ku li vir hatiye avakirin, di encama ked û hewldaneke mezin a Rêber Apo de çêbûye û hemû pêkhate di nav de cihê xwe digirin. Armanca esasî ya Rêber Ocalan azadiya gelan, bihevre jiyankirin û azadiya jinê ye. Daxwaza me jî heman tişte. Pêwîste em jî fikrên Rêbertî di qada civakî, leşkeri û siyasî de jixwere esas bigirin û li her derê belav bikin.”

‘Ji ber Rêbertî xwedî dozeke mezine, tê tecrîd kirin’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêber Ocalan dema dest bi têkoşînê kir, hemû zehmetiyan daye berçavan û daxuyanî dewam kir: “Ji ber Rêber Apo daxwaza mafê gelekî dike û xwedî dozeke mezine tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin. Ya li hember Rêber Apo tê kirin, ne şexsiye, ji bo astengkirina azadiya gelan vêya dikin.”

‘Divê hemû jin li dijî tecrîda li ser Rêber Apo rabin ser piyan’

Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Şemê Remo jî axivî û vê peyamê da: “Ji ber şagirtên Rêber Apo pêşî li şerê DAIŞ’ê girtin û civaka Êzidî ji qirkirinê xilaskirin, tecrîda li ser girantir kirin. Emê weke jinên Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe timî di nava têkoşînê de bin. Em weke xelkê Şengalê û bi taybet jî jin komploya li ser Rêbertiyê şermezar dikin û ya li Îmraliyê diqewime bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêbertiyê û şikandina tecrîdê bang li hemû jinan dikin rabin ser piyan.”

‘Jinên Êzidî xwe bi fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye’

Şemê Remo di dewama axaftina xwede îşaret bi destkeftiyên jinên Êzidî jî kir û got: “Me weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye. Bi saya fikrên Rêbert Apo di nava civaka me de pêşketinên mezin çêdibin. Di dîrokê de gelek ferman hatine ser gelê me, lê hemû ferman hatine ji bîr kirin. Lê bi saya Rêbertî ev ferman li herdera cîhanê hatiye bihîstin.”

Banga li CPT’yê

Endama rêveberiya TAJÊ Şemo Remo diyar kir heya agahî ji Rêber Ocalan neyê girtin, ewê di nava têkoşînê de bin û bang li CPT’yê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bicîh bîne.

‘Gelê Ereb daxwaza azadiya Rêber Ocalan dike’

Ji rêveberiyên meclisên gel ên pêkhateya Ereb a Şengalê jî Xideyîr Saleh axivî û diyar kir, ew ji bo bihevre jiyan bikin, sîstema netewa demokratîk li Şengalê esas digirin û got: “Ji ber sîstema netewa demokratîk me karî piştî êrişên 2014’an vegerin ser warê xwe û bihevre daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber vêya em weke gelê Ereb daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin û tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin.”

Piştî peyamên pêkhate û rêxistinên Şengalê, meş bi dirûşmên ji bo azadiya Rêber Ocalan bi dawî bû.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button