Gelê Şengalê ji cihê êrîşa 2017’an peyam da  

Welatiyên me yên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û helwesta PDK’ê, ji noqteya ku komên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrîşî ser Xanesorê kiribûn, meşiyan û bang kir

 

Li Şengalê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê, meşek girseyî hat lidarxistin.

Serok eşîr, kesayet û girseyek qelebalix tevlî meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxistin bûn.

Meş di navbera bajarokên Sinunê û Xanesorê de, ji noqteya ku komên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrîşî ser Xanesorê kiribûn, destpê kir.

Di meşê de pankartên wekî, “Berxwedana gerîlayên Zapê wê bibe serhildan ciwanên Êzidî”, “Bi rihê Bazên Zagrosê xiyanetkaran, ji holê rakin” hatin vekirin û bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.

Piştî meşa ku li pêşiya benda Şehîd Amed a Asayîşa Êzidxanê ya li daketina Xanesorê bidawî bû, daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Xweser ji aliyê Mamosteyê Ziman Nayîf Şengalî ve hat xwendin.

Nayîf Şengalî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û got: “Ev êrîş binpêkirina serweriya axa Iraqê ye. Tirkiyeyê bi van êrîşan re qanûnên navnetewî binpê kirine. Êrîşên Tirkiyeyê dijî hemû gelê Iraqê ye.”

Nayîf Şengalî helwesta PDK’ê ya têkildarî êrîşên Tirkiyeyê jî rexne kirin û wiha dom kir: “Tişta ku mirov xemgîn dike ewe ku PDK hevkariya van êrîşên Tirkiyeyê yên ku hemû destkeftiyên gelê Kurd dikin hedef û serweriya Iraqê binpê dikin.”

Şengalî diyar kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser serweriya xaka Iraqê diparêzin û ji bo ku dijî projeya Osmaniya nû bisekin, bi hemû saziyên Iraqê re pêwendîdar in.

Nayîf Şengalî di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, hemû partiyên Iraqê û saziyên navnetewî kir ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigirin.

Piştî daxuyaniyê xwepêşandan bidawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button