Li Şengalê kampanya imzayan li dijî dîktator Erdoxan hate destpêkirin

TAJÊ bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew piştgiriyê didin kampanyaya 'Ji bo darizandina dîktator sed sedem

Daxwuyanî li bajarok Gohbel ji aliyê TAJÊ ve hate dayîn. Li ser navê TAJÊ daxwuyanî ji aliyê endama TAJÊ ku heman demî berdevka TAJÊ ye, ji aliyê Sebiha Sebrî ve hate dayîn.

Sebihayê da zanîn ku ew piştgiriyê didin vê kampanyayê û wiha got:”Em ê wekî jinên Êzidî vê kampanyayê her têxin rojeva xwe. Ji ber Erdogan gelek jin hatin qetilkirin. Ji van mînakan yek jê jinên li Efrînê ne. Jinên Efrînê hatin revandin, firotin, tecawiz û îşkence li wan hatin kirin. Em dixwazin Erdogan ji ber qirkina jinan bê darizandin.”

Di dawiya daxwuyaniyê de ev peyam hate dayîn; “Tevahî cîhan dizane ku yê piştigiriyê dide DAÎŞ’ê Erdogan e. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Ji bo dîktotar nemînin divê em hemû jin li berxwe bidin. Banga min li hemû jinan heye ku fikir û ramanên me çi dibin bila bibin lê em hemû bi hev re li dijî vê yekê derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Show More
Back to top button