Endama Fermandariya YJŞ’ê behsa armanca Konferansa Jinên Êzidî ya li Ewrupayê kir

Ji Fermandariya YJŞ'ê Hêza Şengalî da zanîn ku di konferansa jinên Êzidî ya li Parlamena Ewrûpayê de mafê xwe rêvebirin û xwe parastinê rojeva esasî bûye û got: 'Me daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin. Jiyan û parastina xwe, li ser axa Şengalê mafê me ye. Li ser vê esasî encamekê di konferansê de derketiye.''

Di 30’ê Çileya 2024’an de li Parlamena Ewrûpayê bi pêşengiya jinên Êzidî konferanseke girîng a bi sernavê ‘Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye” hate lidarxistin. Jinên Êzidî bi vê konferansê re hêz û pêşketina ku piştî fermana 2014’an bidestxistine nîşanî hemû cîhanê dan. Jinên Êzidî ku di fermanê de dest û lingên wan qeydkirî li ‘sûkên koleyan’ hatin firotin, li cihekî wekî Parlamena Ewrûpayê hêza xwe ya siyasî, rêxistinî, dîplomatîk û jiyanî raxistin ber çavan ku ev konferans li Ewrûpayê deng veda.

Di konferansê de fermanên li ser Êzidiyan bi taybetî jî fermana 74’an a ku jinên Êzidî rastî qirkirineke mezin hatin, rojeva esasî bû. Her wiha azmûna Rêveberiya Xweser a Şengalê û daxwaza naskirina mafê xwerêvebirin û xweparastinê ya civaka Êzidî wekî xalên esasî hatin nîqaşkirin ku di dawiya konferansê de girêdayî van mijaran niryarên girîng jî hatin girtin.

Jinên Êzidî yên Şengalê jî bi nûnertiyeke xurt beşdarî vê konferansê bûn ku yek ji wan jî ji fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî ye. Hêza Şengalî yek ji jinên Êzidî ye ku di fermana 2014’an de rastî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê hatiye, şahidiya gelek sûcên mirovahiyê kiriye û wekî bersiva vê komkujiyê beşdarî nav refên YJŞ’ê bûye. Hêza Şengalî derbarê rojev û nîqaşên konferansê û her wiha biryarên ku hatine girtin de ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê nêqaş hatin kirin’

Hêza Şengalî bibîrxist ku konferans li Parlamena Ewrûpayê bi pêşengiya saziyên jinên Êzidî hate lidarxistin û derbarê rojeva konfernasê de wiha axivî: ”Armanca me ya bi vê konferansê re ew bû ku em nîqaşekê li ser fermanê bidin meşandin. Gelek nîqaş û nêrîn di vê konferansê de hatin pêşxistin. Em jî wek jinên Êzidî ji Şengalê çûn û tevlî konferansê bûn. Piştî fermanê li Şengalê rêxistinek çêbûye. Êzidî êdî xwe bixwe diparêzin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ava bûye, YJŞ û YBŞ, dîsa Asayîşa Êzidxanê xwe birêxistin kirine û civaka xwe diparêzin. Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê di konferansê de gelek nîqaş hatin meşandin. Di konferansê de wekî din girîngiya hêza parastinê ya Şengalê ango YBŞ û YJŞ hate destnîşankirin. Li wir bal hat kişandin ku YBŞ û YJŞ ji bo parastina Şengal û gelên Şengalê gelek şehîd dane.”

‘Di hemû fermanan de jin hedefa esasî ne’

Hêza Şengalê destnîşankir ku yek ji mijarên konferansê jî bi rêya fermanan tinekirina îradeya jinên Êzidî bûye û wiha berdewam kir: ”Di fermana 2014’an de herî zêde jin hatin hedefgirtin, di hemû fermanan de jin di serî de bûn hedef. Li wir jî nîqaş hatine kirin ku piştî fermana 2014’an, keç û xortên Êzidî li ser fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde kirin, xwe pêş xistin û mafê xwe diparêzin. Li Şengalê gelek pêkhateyên din jî dijîn, YBŞ û YJŞ jî ji bo parastina hemû civakê bi erka xwe parastinê radibe, bi vî awayî dibe bersiva 74 fermanan. Herî zêde bal hat kişandin ser ku xweparastin mafê civakê yê bingehîn e.”

‘Plan û projeyên li dijî Şengalê berdewam dikin’

Hêza Şengalî da zanîn ku di konferansê de hatiye ziman ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, hêzên Iraqê parastina Şengalê nekirine û hêzên PDK’ê jî bi xiyaneteke mezin Şengalê firotin DAIŞ’ê û wiha pê de çû: ”Nîqaş herî zêde li ser vê mijarê hatin meşandin. Li aliyê din jî ji bo fermana 74’an wekî komkujiya jin û civakê were naskirin di konferansê de nîqaş hate meşandin. Gelek mijarên din jî hatin nirxandin, mînak ji niha û pê ve jî ev civak wê bi çi awayî bikaribe xwe biparêze, projeyên çawa li ser Şengalê hene… Mînak pilana 9’ê Cotmehê ya PDK’ê li dijî Şengalê didome. Ev pilana 9’ê Cotmehê jî fermanek bû, li milekê dibêjin fermanê qebûl kirine û li milê din êrişên xwe didomînin.”

‘Jiyan û parastina xwe mafê me ye’

Hêza Şengalî her wiha diyar kir ku di konferansê de êrîşên bênavber li ser Şengalê têne meşandin jî bûye rojeveke esasî û got: ”Di konferansê de jî hate ziman, êrîşên dema fermanê heya roja me ya îro jî berdewam dike. Her wiha êrişên li dijî pêşengên civaka me didomin, mînak heval Seîd û heval Dijwar. Îro bi destê dewleta Tirk û PDK’ê pêşengên vê civakê ên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, tên hedefgirtin. Wekî civaka Êzidî me daxwaz kir ku êrişên li dijî civaka me werin bidawîkirin, saziyên Rêveberiya Xweser werin naskirin. Xwe birêve birin mafê me ye, ev mijar bi giştî hatin nîqaşkirin.”

Ji Fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî anî ziman ku ewê ji bo jenosîda li ser Êzidiyan were naskirin kar û xebatên xwe berdewam bikin û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: ”Jiyan û parastina xwe li ser axa Şengalê mafê me ye. Li ser vê esasî encamekê di konferansê de derketiye. Em ê jî li ser vî esasê karê xwe bidin meşandin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

13/02/2024

Show More
Back to top button