​​​​​​​‛Nûjiyan dengvedana dengê me bû’

23’yê Adarê salvegera şehadeta nûçegihana JINHA'yê (Tuba Akyilmaz) Nûjiyan Erhan bû. Nûjiyan Erhan 3'yê Adara 2017'an di êrişan çekdarên PDK'ê ya girêdayî AKP'ê ya li ser Xanesorê, li Şengalê bûbû hedef û di 23'yê Adarê heman salê de ji ber birîna xwe ya giran li nexweşxaneyên bajarê Hesekê şehîd bûbû

Nûçegihanda JIN TV Hêlîn Asmîn got: “Naskirina min ji şehîd Nûjiyan Erhan re şansek bû, wê di hundirê me de daxmaya hêviyê hişt. Di merasîma oxirkirina cenazeya wê de dayikên Şengalê gotin; Nûjiyan parçeyek ji rihê me ye û dengvedana dengê me ya li cîhanê bû.”

Di salvegera şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan de, nûçegihana JINTV ya kantona Şehbayê Hêlîn Asmîn ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Destpêkê di kesayeta şehîd Nûjiyan de tevahî şehîd û şervanên li eniyên şer bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Armanca yekemîn a Nûjiyan rastiyê ji raya giştî re ragihîne û li ser vî esasê xebata xwe bi hevalên xwe dida avakirin.”

 

‛NASKIRINA MIN JI NÛJIYAN RE ŞANSEK BÛ Û HÊZ DA MIN’

Hêlîn Asmîn wiha got: “Dema naskirina min ji şehîd Nûjiyan Erhan re ne dirêj bû, tenê 3 meh bûn. Lê naskirina min ji wê re mîna şansek bû. Me li Şengalê hev du dît, anku dema ku terora DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxê de komkujî li dijî Şengalê pêk dianîn. Nûjiyan bi şandeyekê re çû Şengalê, da ku bibe dengvedana dengê jinên êzidî, bi taybet ên ku rastî zulm û revandinê hatine. Her kesê/a li Şengalê xebat û çalakiya wê ya pîroz bi bîr dixist û hemû hevrêyên wê hêvî û hêz jê digirtin.”

 

HÛRGILIYÊN ŞEHADETA NÛJIYAN ERHAN

Hêlîn Asmîn li ser hûrgiliyên şehadeta Nûjiyan Erhan axivî û wiha pê de çû: “Di berêvarê de me agahiya êrişa DAIŞ’ê li ser Xanesorê bihîst, em tevahî seferber bûn, da ku xwe biparêzin. Nûjiyan di kampa Êzidiyan(Newroz) a nêzî Xanesorê de bû û dema agahî bihîstiye tevî komekê berê xwe da Xanesorê û ji aliyê Pêşmergeyên Roj ên girêdayî AKP’ê ve bû hedef.”

Hêlîn Asmîn wiha gotina xwe berdewam kir: “Me saet di 7’ê sibehê de bihîst ku Nûjiyan bi giranî di serê xwe de birîndar bûye û du kesên jî birîndar bûn û ew rakirina nexweşxaneya Hesekê.”

Hêlîn Asmîn di dirêjahiya axaftina xwe de got: “Me hewl da xwe bigihînin birîndaran, lê belê me nikarî, ji ber rewşa li wir ne baş bû. Ji lew re ew rakirina nexweşxaneya Hesekê û di 23’yê heman mehê de şehîd bû, cenazeyê şehîd Nûjiyan bi merasîmeke girseyî ku şêniyên Şengalê jî beşdar bûn hate oxirkirin. Tevahî şênî bi şehadeta wê bandor bûn, bi taybet dayikên Şengalê ku di merasîmê de gotin; Nûjiyan parçeyek ji rihê wan e û ew dengvedana dengê wan li cîhanê bû. Şehadeta Nûjiyanê ne tenê bandor li şêniyên Şengalê kir, lê belê bandor li tevahî Kurdistanê kir. Ji ber ku hem şoreşger hem jî nûçegihan bû.”

Hêlîn Asmîn wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em wek jinên nûçegihand soz didin ku li ser rêça Nûjiyan bimeşin, asta zanabûna xwe bilind bikin û li gorî wê berpirsiyariyê bin.”

ÇAVKANÎ: LÎNDA ŞÊX- ŞEHBA-ANHA

Show More
Back to top button