Pêkhateyên Şengalê li dijî danîna sînoran meşiyan

Li hemberî biryara hikûmeta Iraqe ya çêkirina sînoran di navbera civakên Êzidî û Ereb ên li Şengalê welatiyên Ereb û Êzidî bi meşek girseyî biryar şermezar kirin û diyarkirin ku ew ê kiryareke wiha qebûl nekin.

https://www.youtube.com/watch?v=bkh2LIHi0yQ

Li dijî hewildana hikumeta Kazimî ya avakirina sînorên di navbera civaka Êzidî û Ereban de îro di demjimêrên piştî nivro de li Gundê Xelef yê girêdayî Navçeya Sinûnê meşek hate li darxistin.

Di meşê de ji pêkhateyên Ereb û Êzidiyan gelek kesan cihê xwe girtin. Meşvanan bê navber dirûşmeyên “Şengal Azad e” “Yê xayin derkeve derve” û “Bijî yekîtiya gelan” berz kirin. Her wiha pankartên “Em têlkirina derdora gundên xwe qebûl nakin, em weke siyaseteke tunekirina yekîtiya gelan dibînin” hatin vekirin. Di dawiyê de gel li pêşiya nuqteya leşkerên Iraqê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê  Hevserokê Meclisa gundê Hesewîkê Xidir Salih ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em weke eşîr û serok eşîrên Ereb û Êzidî li şengalê, kiryarên hin aliyên hikumeta Iraqê bi danîna têl di navbera gundên Ereb û Êzdiyan ya li şegnalê şermezar dikin. Em vê kiryarê jî weke binpêkirina yasayên civakî û eşîretê ya herêmê dibînin. Em hemû dizanin ku li ser vê erdnîgariyê gelekî şer qewimîn. Hemû jî dixwestin navbeyna me Êzidî û Ereban perçebûnê çêbikin. Di heman demê de her kes dixweze di navbera hemû netew, bawerî û pêkahteyên ku di Iraqê de jiyan dikin perçebûn û cudabûnê çêbikin. Lê heya roja îro nekarîn van planan bi cih bînin. Berevajî di navbera me hemûyan de biratiyekî xurt ava bûye. Lewma em weke netewa Ereb li herêmê têlkirina derdora gundên me li dijî berjewndiya herêmê dibînin. Wê van têlane jiyana aram a di navbera pêkhateyên herêmê de bihejîne. Di heman demê de wê di aliya aborî de jî valatiyekê ava bike.

Em bang dikin ku biryara têlkirina gundên me bê sekinandin. Ji ber ku ev biryar wê tenê li dijî berjewendiya Iraqê û herêmê be. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku carekî din di mijara têlkirina gundan de bihizire û bi biryarekî ku ne aliyên siyasî yên Iraqê razî bike, belku hemû pêkahateyên herêmê pê razî bin peşkeş  bike. Em naxwazin ku herêma me bibe qurbaniyê siyasta dijminane ku li Iraqê tê meşandin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî yakîtiya gelan” û “Bijî Iraqekî azad û demokratîk” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button