TAJÊ: Bêdengî tê wateya hevkariyê

Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî derbarê êrişa ser Şengalê de daxuyaniyek weşand. TAJÊ di daxuyaniya xwe de diyarkir ku bêdengiya heyî tê wateya hevkariyê, wê civaka Êzidî hesab ji xayînan bipirse.

Duh derdora saet 14:00’an balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.

Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê êrişa dewleta Tirk ya ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ku rojana bi komkujiyan dixweza tola DAİŞ’ ê hilîne, li xaka pîroz ya Şengalê carek din komkujî pêk anî. Dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK, Iraq û xiyanetkaran pêşengên Civaka Êzidî hedef digre. Herî dawî bi hedefgirtina pêşeng, fermandar û mamosteyê Civaka Êzidî Merwan Bedel xwestin ku gelê Êzidî  bê hêz û bê îrade bikin. Hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî hedfgirtina çand, dîrok û baweriya civaka Êzidî ye. Ev pêşengên me çand, dîrok û baweriya Êzidxanê parastin, di rojên fermanê û rojên giran de parastin. Di roja îro de jî ji civaka azad û xweser re pêşengtî dikin, jiyanan azad ji bo gelê xwe diafirînin. Civaka Êzidî tu carî wê van qehreman û pêşengan ji bîr neke.

Dewleta Tirk ya dagirker bi awayek eşkere li pêş çavê cîhanê komkujiyan pêk tîne û cîhan bê deng dimîne, bêdengî hevkariya  komkujiyane. Em weka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) vê bêdengî û hevkariyê şermezar dikin. Ev êrîşên hovane bi hevkariya PDK, Iraq û xiyanetkaran pêk tên. Gelê Êzidî wê hesab ji xayîn û xwefiroşan bipirse.

Weke Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) em sersaxî ji gelê Êzidî û malbata Şehîd Merwan Bedel re dixwazin. Rêheval Merwan Bedel ji bona civaka Êzidî di her alî de pêşeng bû. Dema pêwîst de şervan bu, fermandar bû, dîplomat bû, pêşengê mezin yê gelê xwe bû. Em weke civaka Êzidî dizanin ku bedelê azadiyê girane, civaka Êzidî îro bedelê jiyana azad û xweser dide. Dibe ku hîn bedel bêne dayîn lê em weke civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî tu carî dev ji mafê xwe yê xweserî û azadiyê bernadin.  Bedel çi dibe bila bibe emê mîsoger bigihin azadî û xweseriya xwe, ev soza me ji şehîdên me re ye.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

Show More
Back to top button