YBŞ: Ji bo me Parastin-MÎT û DAIŞ heman tişt in

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) li ser êrîşa dawî ya li ser Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de YBŞ’ê diyar ku wê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û destnîşan kir ku “Ev êriş ji aliyê MÎT û Parastin û komên hevkar-xiyanetkar ên ji bo MÎT-Parastinê dixebitin hatiye kirin.

Em vê yekê baş dizanin. Ji bo vê em bang li malbatên Parastin û xebatkarên MÎT’ê dikin; li zarokên xwe xwedî derkevin. Wekî din, em ê nebin berpirsiyarê tiştê ku dê çê bibe. Ji ber ku ji bo me Parastin, MÎT û DAÎŞ heman tişt in. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî wan bidomînin, em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, em ê di şopa şehîdên xwe de xeyalên wan ên nîvçe mayî pêk bînin .”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) wiha ye:

‘ÊRIŞ JI ALIYÊ MÎT-PARASTIN Û XAYINAN VE HATE KIRIN’

“Weke tê zanîn 7’ê Kanûnê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de hevrêyê me Mervan Bedel ku yek ji pêşengên gelê me bû şehîd ket. Lê belê ev êriş ne êrişeke ku tenê dewleta Tirk a faşîst bi tenê dikare bike. Ev êriş ji aliyê MÎT û Parastin û komên hevkar-xiyanetkar ên ji bo MÎT-Parastinê dixebitin hatiye kirin. Em vê yekê baş dizanin. Ji bo vê em bang li malbatên Parastin û xebatkarên MÎT’ê dikin; li zarokên xwe xwedî derkevin. Wekî din, em ê nebin berpirsiyarê tiştê ku dê çê bibe. Ji ber ku ji bo me Parastin, MÎT û DAÎŞ heman tişt in. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî wan bidomînin, em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, em ê di şopa şehîdên xwe de xeyalên wan ên nîvçe mayî pêk bînin.

‘ÇAWA KU ME DAÎŞ TÊK BIR, EM Ê MÎT Û XAYINAN JÎ TÊK BIBIN’

Bi van êrişan xiyanetkar, hevkar û kesên ku difikirin ku em ê gavê paşde bavêjin bila bizanibin;em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in. Ji ber ku me soz da hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe, em ê heta serketinê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi berxwedana xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji xwe me ev biryar ji zû ve dane. Ji bo vê jî divê gelê me baş bizanibe; çawa ku me çeteyên DAIŞ’Ê têk bir, îro jî em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ve, Mît-Parastin û hevkarên wan ên ku ev êriş pêk anîne têk bibin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê nirxên şehîdên me bi xwîna xwe afirandine biparêzin û berfireh bikin. Bi şopandina rêya şehîdên xwe em ê xeyalên wan ên nîvî mayî bi serketinê tacîdar bikin.

BIRYARDARIYA LI SER BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ

Bi van êrişan dijmin dixwaze gelê me bê statu bihêle. Dixwazin em dev ji berxwedaniya xwe, nirxên ku hevrêyên me yên şehîd afirandine, berdin û paşde gav bavêjin. Em ji kesên ku van êrişan plan kirin, piştgirî dan vê êrişê û zemîn ji van êrişan re amade kirin re dibêjin; dijminên me wê nikaribin xewn û planên xwe pêk bînin. Ji ber ku me berê jî gotibû, me biryara xwe ji niha ve daye û me diyar kiriye ku em di berxwedan û têkoşînê de bi israr in. Ji ber vê yekê biryardarî û berxwedana me wê nehêle ku planên dijmin pêk werin.

Ji bo vê jî divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişên hevpar ên MÎT’a Tirk û Parastinê bi hişyar bin. Divê baş bizanibin ku; Parastin îro weke saziyeke ku ji bo MÎT’ê dixebite tevdigere. Ji bo vê yekê divê gelê me yê Başurê Kurdistanê haya wan ji van hevkar-xiyanetkaran hebe û rê nede ku ev hêz bi rehetî li Başurê Kurdistanê tevbigerin. Ji ber ku ev hêz dixwazin çeteyên DAÎŞ’ê yên ji bo gelê me xeter in û celladên gelê me ne, ji nû ve ava bikin, zindî bikin û bi vî awayî êrişî Başûrê Kurdistanê bikin. Niha balafirên keşfê yên artêşa Tirk bi rehetî li Başûrê Kurdistanê tevdigere û êrişan pêk tîne. Heman demê MÎT a Tirk bi rehetî li Başûrê Kurdistanê xwe rêxistin dike û tevdigere. Ev giştî sedema xwe armanca dagirkirina dewleta faşîst a dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ye.

BANG Û HIŞYARIYA LI GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Dixwazin nirxên ku gelê me yê Başûr bi xwîna xwe afirandiye bi dest bixin, tune bikin û dixwazin Başûrê Kurdistanê û gelê me yê Başûr bê statu bihêlin. Ji bo vê jî divê gelê me yê Başurê Kurdistanê li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Di serî de berpirsyariyên mezin dikeve ser milê ciwanên me yên li Başurê Kurdistanê. Divê ciwanên me yên Başûrê Kurdistanê li hemberî xebat û rêxistinên MÎT’ê, li hember dagirkeriya wan a li ser Başurê Kurdistanê bisekinin, kesên ku bi MÎT’ê û Parastin re hevkariyê dikin wana deşîfre bikin û li hembervan ev xayîn-hevkaran bisekinin û bersiv bidin. Ev wezîfeyeke dîrokî ye. Em bawer dikin ku; ciwanên me yên Başurê Kurdistanê wê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin.

‘LI DORA YBŞ Û YJŞ’Ê BICIVIN, TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN’

Her wiha divê gelê me û gelê Şingalê li dijî hevkariya dijmin bibin yek, li derdora fikir û rihekî bibin yek. Li hemberî van êrişan gelê me encex bi yekîtiyê dikare li ber xwe bide. Her wiha divê ji her demê bêhtir gelê me tevlî têkoşîna rêxistina xwe ya cewherî bin. Divê bi rêxistinbûna xwe ya xweser a derdora YBŞ û YJŞ’ê ya ku ji aliyê zarokên xwe hatine avakirin ve kom bibin, pêş bixin û tevlî têkoşînê bibin. Ji ber ku YBŞ û YJŞ xwerêxistinkirin û xweparastina gelê me ye ku gelê me li hember êrişên derve diparêzin. Ji bo vê jî erkên gelê me yên dîrokî hene. Li hemberî van êrişan pêwîste gelê me li derdora rêxistinbûna xwe û xweparastinê kom bibe û bi vê awayî rêxistinbûna xwe mezin bike. Gelê me li dijî van hevkaran divê li kêleka YBŞ û Meclîsa Xweser a Şingalê têkoşîn bikin û yekitiya xwe bidin meşandin. Ev erk û berpirsyariyeke dîrokî ya gelê me ye. Ji ber ku YBŞ ji zarokên gelê me pêk tê, tevgereke îdeolojîk û dozgerî ye. Tevgereke doza îdeolojîk û hêzek li ser bingeha gelê xwe ti carî têk naçe.

‘BÊDENGIYA LI HEMBERÎ VAN ÊRIŞAN TÊ WATEYA QEBÛLKIRINA DAGIRKIRINA IRAQÊ’

Ev êrişên dewleta Tirk a faşîst ne tenê li dijî Êzidiyan, gelê Şingalê û gelên Başurê Kurdistanê ye. Ev bi her awayî gavên ji bo dagirkirina Iraqê ne. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Federal a Iraqê û dewleta Iraqê li hemberî van êrişên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin. Divê li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û li dijî van êrişan bisekinin. Li hemberî van êrişan bêdengbûn tê wateya erêkirina dagirkirina Iraqê. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Federal a Iraqê li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Her wiha dewleta Tirk a faşîst jî dev ji fikra Peymana Netewî (Mîsak-i Mîllî) ya ku her tim xeyal dikir, bernedaye. Bi taybetî jî demeke kurt beriya bidawîbûna 100 saliya Lozanê, dewleta dagirker a t.c bi êrişên vî rengî di hewldana dagirkirina Iraqê bi taybetî jî Kerkûk, Mûsil, Şingal û Başurê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî divê dewleta Iraqê û Hikûmeta Federal a Iraqê li hemberî van êrişên dewleta Tirk a faşîst-mêtinger bibin xwedî helwest. Em weke hêzên YBŞ’ê her tim diyar dikin, di çarçoveya Iraqa Federal a Demokratîk û Xweseriya Demokratîk a Şingal de ger êrişek li ser bihostekî xaka Iraqê pêk were, em ê ji bo parastina Iraqê li gel hêzên dewleta Iraqê cih bigirin û têbikoşin.

‘LI DIJÎ ÊRIŞAN Û XETA XIYANETÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE XURTIR BIKIN’

Ji Heval Zekî heta Heval Zerdeşt, ji Heval Seîd heta Heval Dijwar me bi dehan şehîdan ji bo statûya Şingalê dan. Ji ber vê yekê em careke din soz didin şehîdên xwe yên mezin, pêşeng û fermandarên gelê me ku em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û em ê berxwedana xwe mezintir bikin û em soz didin ku em ê nirx û têkoşîna ku ev şehîdên me bi xwîna xwe afirandine, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em viya diyar dikin ku; PDK îro ne xwedî hêz e ku bi lehengî şer bike. Ji bilî hevkariya qirêj, îspiyonkerî, sîxurî û xiyanetê tu hêza wî nîne. Li dijî vê xeta hevkarî û xiyanetê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em bang li malbatên kesên ku bi vê hevkariyê îxanet li wan hatiye kirin dikin. Zarokên xwe ji vê hevkariyê qut bikin an jî em ê nebin berpirsiyarê tiştê ku diqewime. Ji ber ku me ji sala 2014’an û vir ve di êrişên çeteyên DAÎŞ’ê, êrişên dewleta Tirk û PDK’ê de bi giştî 409 şehîd dane. Herî dawî me hevrêyê xwe Mervan Bedel di têkoşîna azadî û statuya Şingalê de şehîd da. Ji bo vê em ê weke YBŞ’ê rêya şehîdên xwe bişopînin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo bidestxistina statuya Şingalê têkoşîn bikin.

Em dibêjin; heta ku em têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin, li hember giştî êrişan em ê mezin ber xwe bidin, rêxistina xwe ya cewherî pêk bînin da ku Xweseriya Demokratîk a Şingalê pêk bînin. Ev soza ku me ji bo şehîdên xwe û gelê xwe daye.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button