Hêzên Iraqê 3 rojnamevanên Êzidî binçavkir

Artêşa Iraqê ya hêzeke zêde li Şengalê bicîh kiriye û gef li asayîşa Êzîdxanê dixwe, 3 rojnamevanên liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê dişopandin binçavkir û dest danîn ser amûrên wan ên kar.

Bi armanca pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêrê ya li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, çend rojin artêşa Iraq hêzêke zêde li nava Şengalê û derdora wê bicîhkiriye. Berê niha demekî artêşa Iraqê gef terkkirina cihê cihê xwe li asayîşa Sinûnê ya Êzîdxanê xwar. Lê asayîş cihê xwe berneda û alozî li herêmê serwere.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me daye, sê rojnamevanên ku rewşê dişopandin ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine binçavkirin. Hate gotin, xebatkarê radyo Çira Xelîl Şengalî, peyamnêr û pêşkêşkara Çira TV’yê Emîra Simoqî û Hesûnî Xanesorî hatine binçavkirin.

Hate gotin, artêşa Iraqê dest danîne ser amûrên kar yên rojnamevanan û heya niha jî serbest ne hatine berdan.

Li gorî hinek çavkaniyan ji derveyî rojnamevanan artêşa Iraqê rewşeke aloz li herêmê avakiriye û xelk dixe berlêpirsînê û binçav dike.

Ji derveyî Sinûnê li Xanesorê jî hêz hatiye zêdekirin.

Pêr ji ber liv û tevgera zêde ya leşkerî ya hêzên Iraqê paseke xwendekarên Êzidî radikir qeza kir û di encamê de çend xwendkar jiyana xwe ji destdabûn û birîndarbûbûn.

Şengal

Show More
Back to top button