3 mehên din hevdîtina malbatê li Rêber Ocalan hat qedexekirin

Bi hinceta “cezayê disiplînê” 3 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina malbatê ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat birîn ku 38 meh in tu agahî jê nayê girtin.

Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de û 38 meh in tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din jî qedexekirina hevdîtina bi malbatê re hat birîn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28’ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê “cezayê disiplînê” li Rêber Ocalan biriye. Hat hîn bûn ku biryar di 12’ê Nîsanê de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26’ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara “cezayê disiplînê” jî hat redkirin.

38 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdana hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 38 meh in tu agahî jê nayên girtin re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Show More
Back to top button