Şêniyên Solaxê spasiya Şaredariya Gel a Şengalê kirin

Şaredariya Gel a Şengalê li ser daxwaza şêniyên gundê Solaxê rêyên kevin ya diçe nava gund çêdike û şêniyên Solaxê jî diyar kirin, serî li şaredariya dewletê dane, lê ji wan re çênekirine û gotin: “Ji ber rêya gund a xirabûyî, em gelek zehmetî dikişînin. Me ji şaredariya dewletê re got, gotin ew der ne girêdayî meye, me ji Şaredariya Gel a xwere got, li ser daxwaza me hatin. Mala wan ava, xwedê wan serbixe.”

Şaredariya Gel a Şengalê tevî derfetên kêm jî, xizmeteke mezin ji bo xelkê Şengalê dike û ji bo ji nûve avakirina Şengalê jî giranî dide çêkirina rê û şînkirina herêmê.

Gundê Solax a Şengalê ku di heman demê de herêmeke geştiyariyêye û rojane ji Mûsilê heya hemû devera Şengalê xelk serdan dikin, hemû rêyên wê xira bûne. Rêyên kevin ên diçin nava gund hilweşiyane. Rêya sereke ya diçe gund Şaredariya Gel a Şengalê çêkiriye, lê du kilometre rêya diçe nava gund, pirsgirêke. Şêniyên gund ji rêyên nava gund bi gazindin. Serî li şaredariya dewletê ya li Şengalê dan, şaredarî neyînî bersiva daxwazên welatiyan da. Paşê serî li Şaredariya Gel a girêdayî Rêveberiya Xweser dan, şaredarî di demeke kurt de dest bi çêkirina rê kirin û beriya wê jî rêya sereke ya wê herêmê çêkiribûn.

Endama Şaredariya Şengalê Ezda Şengalî diyar kir, şêniyên gundê Solaxê ji ber rêyên xirabûyî gelek zehmetî dikişandin û zarokên wan jî ji ber vê sedemê carna nedikarîn biçin dibistanê. Ezda Şengalî dazanîn wan piştî tespîtkirina pêwîstiyên gund, dest bi çêkirina rê kiriye û hîn ne diyare wê kengê temam bikin.

‘Xwedê wan serbixe’

Mam Hisên jî ji ber Şaredariya Gel bi daxwaza wan ve hatiye spasî kir û got: “Xwedê wan bistire ku rêya me çêkirin. Ji ber seyareyên me nedikarîn hatin û çûyînekî rehet di van rêyan de bikin. Hinek rêyên din jî hene, eger çêbikin wê xizmeteke mezin be ji bo me. Xwedê wan serbixe.”

‘Şaredariya dewletê bi daxwaza me ve nehat’

Mam Berces Hisên jî keyfxweşiya xwe ya ji xebatên şaredariya gel anî ziman û got: “Ev herêma me jêrî gundê şikeftaye. Rêya ku niha hun dibînin çêdikin jî rêyeke kevine. Ji ber li vir çal çêbûbû û seyareyên me nedikarîn derbas bibin, me serî li şaredariya Şengal (ya dewletê) da û daxwaz kir ji me re çêbikin. Lê şaredariya dewletê got, ew der ne girêdayî me ye, em çênakin. Em çûn gel şaredariya me ya din a Şengalê (ya rêveberiya xweser) û me daxwaza xwe ji wan re got, ew gotin serçavan emê werin çêbikin. Birastî jî texsîr nekirin û rêya me çêkirin. Keyfa hemû xelkê gund ji vêya re hat. Ji ber gelek seyareyên me yên nû nedikarîn li vê rêyê bixin. Niha karekî baş kirin û hîn wê carek din jî sere biçin. Ji ber rê biqasî du kîlometre xira bûye û mesrefeke zêde lê diçe. Lê mala wan ava ji me re çêkirin.”

Show More
Back to top button