Serdeşt: Cihê jiyan, rêxistin û parastina Êzidiyan 

Civaka Êzidî piştî fermana 2014’an Serdeşt ji xwe kirine wargeha jiyan, rêxistin û parastinê. Êzidiyên li Serdeştê ku ev zêdetirî 7 salan e di nav konan de dijîn xwe wek koçberan nabînin û dibêjin ku ew li ser axa xwe ne û eger mirin be bila ew jî li Şengalê be.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, dema şûrê fermanê û bayê felekê car din li Êzidiyan xist, beşek ji civaka Êzidî li çar aliyê cîhanê belav bûn. Lê beşek ji civakê jî di bin gefa mirinê de mayîna li Çiyayê Şengalê hilbijartin. Ruxmê metirsî, tîbûn û birçîbûnê jî wan ev dan milekî û ji ser axa xwe koçber nebûn. Berê xwe dan çiyayê pîroz ku bi sedan salan e hembêza xwe ji Êzidiyan re vekiribû û ew hewandibûn.

Di wan rojên agirîn de, bi qasî 12 hezar malbatî xwe li herêmên Serdeşt, Çilmêra û Kersê yên Çiyayê Şengalê bicih dikin. Çar aliyê Çiyayê Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibû girtin û tekane cihên ku Êzidî xwe tê de biparêzin ev herêm bûn. Lê dîsa jî ew ji xeteriya DAIŞ’ê nehatibûn rizgarkirin, heya ku gerîlayên azadiyê û şervanên Rojava xwe gihandin wan. Piştî ku ev hêz xwe gihand hawara wan û ketin bin ewlehiya hêzên azadiyê de êdî baweriya gel qewîmtir bû û xwe di hembêza çiyê de mayînde kirin.

Piştî fermanê Êzidî li Serdeştê dest bi xwe rêxistinkirinê kirin

Ji bo cara yekemîn, civaka Êzidî li Serdeştê dest bi rêxistinbûna xwe kir. Di serî de Meclisa Xweser û saziyên wê yên wekî şaredarî, perwerdehî, çand û huner li vê derê hatin avakirin. Serdeşt bû cihê ku Êzdiyan tê de pêngavên dîrokî avêtin. Sal borîn û derbas bûn lê Êzidiyan dest ji çiya bernedan. Piştî ku zêdetirî ji 7 salan li ser fermanê derbas bûn, me jî berê xwe da herêma Serdeştê da ku em ziraviyên jiyankirina li vê herêmê bi we bidin naskirin.

Li Serdeştê bi deh hezaran koçberên ne koçber!

Dema ku ku mirov derbasî Serdeştê dibe, wargeheke koçberan diyar dibe, lê di rastiyê de gelê di nav van konan de gotina “Koçber” li ser xwe qebûl nakin. Ji ber ku ew li ser cihê xwe ne û li wargeha herî miqedes a Şengalê ne. Li vir, di nav konan de zarokên Êzidî bi zimanê xwe dixwînin, civak li ser reseniya xwe jiyana xwe birêxistin dike û ya herî girîng jî, hemû ziravî û xweşiyên jiyana xwezayî li vir peyda dibin.

Li Serdeştê tu kes bêkar nîne, her kesek bi karekî re mijûl dibe, her çiqas sermaya Zivistanê ber bi wan ve tê û yek ji cihên herî sar a Şengalê Serdeşt û Çilmêra ye, lê bi amadekariyeke baş pêşwazî li Zivistanê dikin.

3200 mal bi hêza xwe ya cewherî jiyana xwe berdewam dikin

Ev gel ne di malên xwe de ne û ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve wek koçber hatine qeydkirin. Ji bo wê jî li Serdeştê Ofîsa Wezareta Koç û Koçberan heye. Di halê hazir de bi qasî 3200 mal li ba vê ofîsê qeydkirî ne. Wate, li Serdeştê 3200 malbat dijîn lê wek koçberan tu alîkarî ji aliyê hikûmetê ve ji wan re nayê kirin. Lê gelê li Serdeştê, ji destpêkê ve pişta xwe bi tu kesî û alîkariya rêxistinên xêrxwazî germ nekirine. Her kesek bi karekî re mijûl dibe ji bo debara jiyana xwe.

Dema mirov ber bi Serdeştê ve diçe, di Geliyê Kersê re derbas dibe ku di nav vê geliyê de gelek cûreyên çandiniyê tên kirin. Li kêleka rê gelek malbat hene. Gelê li vir didin zanîn ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an wan xwe li çiya bicih kirine.

‘Fermana 2014’an encama dûrketina ji Çiyayê Şengalê bû’

Welatiyê bi navê Hecî Sado ku niha li Geliyê Kersê dijî, ji me re qala dîrokê kir ku Êzidiyan ji ber çi xwe li çiya girtine û got:“Berî temenê me, li vir tenê 7 mal hebûn. Her kû çû hejmar di çiya de zêde bû. Eşîra Feqîran xwe li Gundê Milik bicihkirin. Piştre bi biryara Sedam Hisên em ji çiya hatin derxistin, em rastî xeteriyê hatin û qurbaniyên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî encamê dûrketina me ji çiya bû. Piştî ferman li serê me rabû carekî din em hatin vir û me xwe li Geliyê Kersê bicih kir. Em dizanin cihê ku em tê de bijîn Çiyayê Şengalê ye.”

Ji Geliyê Kersê me berê xwe da Serdeştê ku Êzidî jê re dibêjin Serdeşta Kolka. Li vir di nav çiya de kampeka koçberan heye. Jiyan tê de berdewame. Her kesek û karê xwe. Demsal Zivistan e, gelê li Serdeştê amadekarî dikin ji bo lehî û baran zirarê negihîne malên wan.

Di 1915’an de beşek ji Ermenan xwe dispêrîn Çiyayê Şengalê

Yek ji şêniyên Serdeştê jî Pîr Reşo ye ku di kêleka rê de karê komirê dike. Wî ji me re da zanîn ku di dîrokê de wan ji bo debara xwe ev kar kiriye, bav û bapîrên wan jî di dirêjiya temenê xwe de her di nava vî karî de bûne. Çiyayê Şengalê her wiha cihê destan û çîrokên veşartî ye jî. Pîr Reşo ji me re yek ji van bûyerên dîrokî anî ser ziman û got piştî di sala 1915’an de Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve rastî komkujiyê hatine, beşek ji wan Ermeniyan koçber bûne û xwe spartine Çiyayê Şengalê.

Ji darên berû yên hişk komirê (rejî) çêdikin

Pîr Reşo diyar kir ku çanda çêkirina komirê wê demê li Şengalê berbelav bûye û got ew darên berû yên hişk kom dikin û agir berdidin, piştî dar dişewite jî axê davêjin ser û vedimirînin û bi vî rengî komirê çêdikin. Pîr Reşo sedema komir çêkirinê jî wiha şîrove kir: “Ne ku em ji vî karî hez dikin, lê debara jiyane me li ser vî karî ye. Beriya 2014’an me ji bo demekê dest ji vî karî berda lê dema ferman hate serê me û em revîn carekî din em neçar bûn vî karî bikin. Yan me dê koçberî û xerîbî hilbijartiba yan jî şert û mercên jiyanê, li nav sermaya zivistanê û germa havînê de. Erê jiyan li vir zehmete, lê em li ser malên xwe ne û li ser axa xwe ne. Ji me re Çiyayê Şengalê ji her derê baştir e em dixwazin eger mirin jî be her em li vir bin ne ji derve.”

ROJNEWS- ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button