Serokkomarê Fransayê: Penaber ji ber êrişên Tirkiyeyê nikarin vegerin Şengalê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi komek oldarên Mesihî re li Kenîseya Sae ya Musilê civiya. Macron li wir got; “Penaberên Êzidî ji ber rêrişên dewleta Tirk nikarin vegerin Şengalê.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron duh bi şev piştî serdana xwe ya Bexdayê, berê xwe da Hewlêrê. Macron ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî û wezîrên din ve hat pêşwazî kirin.

Di saet 11:00’an de jî Emmanuel Macron ji Hewlêrê berê xwe da Musilê. Macron li Musilê serdana Kilîsa Sae û çend cihek din ên dîrokî û olî kir. Macron piştre li gel kesayetên olî û siyasî yên bajêr civiya.

Macron ragihand ku Iraqiyan destpêkê parastina xaka we kirin û piştre civaka navnetewî jî bi erka xwe rabûn.

Macron balkêşa ser rewşa Şengalê jî û wiha got; “Ji ber êrişên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî mal û xaka xwe bicih hiştine û penaber bûne. Niha nikarin vegerin Şengalê, ji ber ku Tirkiye êrişî wan herêman dike û gelek astengiyên hene.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron behsa avakirina Musilê jî kir û wiha axivî; “ Em ji bo ku Musil di demek zû de were avakirin, kar dikin û ji bo vê gelek projeyên me hene. Ji van projeyan yek jê vekirina konsolxaneya Fransa û ji bo vegera penaberan, karkirina li gel desthilatdarên Iraqê ye. Fransa di warê perwerde û vekirina konsolxane û dibistanan, xwedî rolek girînge û giringiyê dide. Sala par ji bo ev çêbibin, me 20 milyon dolar da.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button