Jinên Şengalê ji nû ve jiyanê avadikin

Piştî fermanê, jinên Şengalê ji pêkhateyên cuda ji bo ji nû ve jiyanê avabikin dest bi kar û xebatên cur be cur kirin. Heyfa Qasim a Şiî, yek ji wan jinan e, bi keda destê xwe derfetan çêdike û xwe bi hêviya kesê ve nahêle

https://www.youtube.com/watch?v=tdF_woUFtjc

Malbata Heyfa ji berê ve bi pêkhateyên Êzidî re li ser axa Êzidxanê dijîn. Heyfa niha ji xwe re dikanek vekiriye û bi keda xwe debara jiyana xwe dike. Heyfa Qasim diyar kir ku êdî ew jî dikarin ji xwe re dikan vekin û keda destê xwe tevlî berhemên nava sukê bikin.

Heyfa Qasim behsa jiyana xwe dike û wiha dibêje: “Ji berê ve em li Şengalê dijîn û ez li vê derê mezin bûme. Niha jî min dikanek ji xwe re vekiriye da ku ez pê debara jiyana xwe bikim. Ez pir spasiya rêxistinên Êzidî dikim, alîkariya min kirin ji bo bikarim dikanê vekim. Berê Sunî hebû li vir, pergala wê demê em li hemberî hev radikirin û kesê ji me nedikarî bi rehetî derekeve û karekê ji mala xwe re bike. Niha pergala heyî gelek xweş û rehete, her kes dikare dakeve sukê û derfetên kar ji xwe re ava bike. Ti pirsgirêkên me ne bi bi gelê Êzidî re ne jî bi tu welatiyên xwediyê bawerî û nijarên cuda re nîne. Em bi hev re bi rehetî û aramî dijîn û heya niha jî wisa ye. Gelek hevalên min ên Êzidî hene û ez pir ji wan hez dikim.”

“JİN JÎ ÊDÎ HER KARÎ DİKİN”

Heyfa da zanîn ku di demên berê de karên ji derveyî malê pir şerm bû ji jinan re û wiha dom kir: “Di demên berê de şerm bû ku jinek dikanekê ji xwe re veke. Piştî fermanê bi avakirina pergala jiyana me ya nû re êdî ev nêrîn hat guhertin û rewşa Şengalê di gelek aliyan de baştir bû. Êdî tu kes nikare bêje ‘ev kar tenê ji bo mêran e’ ji ber ku jin jî êdî her karî dikin. Min jî hêz ji hevalên xwe yên jin girt û min dikanek ji xwe re vekir.”

Heyfa eşkere kir ku fermana li dijî gelê Êzidî rabûyî li ser ti baweriyan nebûye û wiha pêde çu: “Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser gelê Êzidî çêbû, bi ser ti bawariyan de nehatiye. Em misilmantiya DAIŞ’ê napejirînin, di bin navê misilmantiyê de ferman û komkujî pêk dianîn. Ev ferman ne tenê li ser gelê Êzidî bû, li ser me tevan bû. Li gorî me û baweriya me ew ne mirov in û ne xwedî tu baweriyê ne.”

Di demên fermanê de Heyfa jî weke welatiyên Şengalê ber bi çiyayan ve reviyaye û 10 rojan li çiya maye, êşê pir mezin kişandiye. Heyfa diyar kir ku piştî ji çiya derketin, ew çûne Rojava û wiha berdewam kir: “Dema em çûn Rojava, miletê wê derê pir ked di ber me de dan û alîkariya me kirin. Lê me pir bêriya Şengalê dikir û me dixwest em vegerin cih û warê xwe, ji ber vê yekê çawa Şengal hat rizgarkirin em vegeriyan ser erdê xwe.”

“Dİ HEMÛ ŞERAN DE HERÎ ZÊDE JİN TÊN HEDEFGİRTİN”

Heyfa bi lêv kir ku di hemû şeran de yên herî zêde tên hedefgiritn jin in û wiha got: “Di tevahî şeran de jin tên hedefgirtin, ji ber ku jin civakê ava dikin û bi pêş dixin. Jin dayik in, xwişk in, heval in mamoste ne, bijîşk in, parêzvana baweriyê ne û çanda civakê bi keda xwe bi pêş dixin. Ji ber vê yekê desthilatdar her tim jinan hedef digrin. Ez dixwazim tevahî jin bi xwe bawer bin û di ferqa hêza xwe de bin. Dixwazim di tu mijaran de jin xwe biçûk nebînin û nehêlin ku biçûk bên dîtin. Ji bo wê divê di her karî de xwe bidin pêş û ji bo parastina ax û rûmeta xwe her dem li ser piyan bin.”

ÇAVKANÎ: VIYAN SEÎD-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button