Li Şengalê Xebatên xwe rêxistinkirinê dewam dikin

Ruxmî êrîş û planên li ser civaka Êzidî û Rêvberiya Xweser, gelê Şengalê li ser pergala netewa demokratîk xwe perwerde dikin. Di vê çarçoveyê de piştî 12 rojan perwerdeya ednamên meclisên Şaxan bi dawî bû.

Li Meclisa Gel a Dugurê ji bo endamên meclisên şaxan ku perwerdeyek fikrî hatibû despêkirin îro bi dawî bû.

Dewreya perwerdê li ser navê Şehîd Muhsin ku di encama êrîşên hewayî ên dewleta Tirk de Şehîd ketibû hatibû despêkirin. Perwerde ku 12 roja dewamkir îro bidawî bû.

Endamên beşdarî di perwerdeyê de kirine dan diyarkirin ku ji bo gelê Şengalê perwerde ji her tiştekî girîngtire û lazime tu kesek  xwe ji perwerdeyê nede paş.

Endamê Meclisa Duhla Pîr Seydo da diyakirin ku me li ser esasê parastin û rêvebirina gelê xwe, her wiha hemû mijarên ku beriya nehe em têde kêm mane me wane dîtin, ev jî ji bo me gelek giring bû. Pêwîste tu kesek xwe ji perwerdeyê nede paş ji ber ku em wek civaka Êzidî pêwîstiya me bi xwe rêxistinkirinê heye.”

Endamê Meclisa Xweseriya Şengalê Elî Mişko jî got “Ev dewreya perwerdê li ser navê Şehîd Muhsin hatiye vekirin. Ji bo me gelek baş û bi encamekî baş me pwerwerdeya xwe bi dawî kir. Ji ber ku em berê ne perwerde kirîbûn, her kesekî em ji xwere bikartanîn. Lê nehe em xwe bi xwe perwerde dikin û gelê xwe birêve dibin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button