Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupayê: Dijî êrişên dewleta Tirk seferber bibin

Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê: “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze Êzidiyan bi rêk û pêk qir bike. Em bang li mirovahiyê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekinin û wan rawestînin. Em bang li civaka Êzidî, civaka Kurd, dostên demokratîk û mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk seferber bibin, li ber xwe bidin.”

Platforma “Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê / Ewropa” ku ji saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê pêk tê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da û banga lezgîn kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişa dewleta Tirk a li ser wesayitek li Şengalê û Nexweşxaneya gundê Sikêniyê ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, sûcê şer ê navneteweyî û dijminatiya li civaka Êzidî ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku dewleta Tirk hewl dide qirkirina civaka Êzidî ku DAÎŞ’ê nekarî bike, dewam bike û hate gotin, “Gelê Êzidî gelek caran ji hêzên navneteweyî re gotiye ku Tirkiye ji bo Şengalê gefeke mezin e. Daxwaza naskirina xwerêveberî û xweparastinê kirin. NATO’yê û dewletên din rê dan Tirkiyeyê ku êrişî Êzidiyan bike. Bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî komkujiya li ser Êzidiyan hîn jî dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civaka Êzidî yek ji civakên herî kevn ê Mezotopamyayê ye û hate gotin, “Piştî qirkirina Tebaxa 2014’an, mafê Êzidiyan e ku xwe biparêzin. Erk û berpirsyariya navneteweyî ye ku li ber qirkirineke nû bisekine. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze qirkirina ku DAÎŞ’ê sala 2014’an kir dewam bike û Êzidiya bi rêk û pêk qir bike. Em careke din bang li mirovahiyê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekinin û wan rawestînin. Em bang li civaka Êzidî, civaka Kurd, dostên demokratîk û mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk seferber bibin, li ber xwe bidin.”

 ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button