Ji TAJÊ banga piştevaniyê: Çi ji destê kî tê divê bike

TAJÊ bi daxuyaniyek nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî parve kirine piştgiriya xwe ji bo mexdûrên erdeheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê pêkhatî nîşan dan û diyarkirin ku divê çi ji destê kê were ji bo mexdûrên erdhejê bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bi daxuyaniyek nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî piştgirya xwe ji bo mexdûrên erdeheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ku di 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş û Dilok bû pêkhat bû sedemê ziyanên mezin yên canî û madî pêkhatî nîşandan.

Di destpêka daxuyaniyê de ji malbatên qûrbaniyên erdehejê re sersaxî xwest û ji birîndaran re şifaya xêrê xwestin û wiha hat gotin: “Di serî de em ji tevahî Gelê Bakurê Kurdistan, Rojavayê Kurdistanê û tevahî gelên ku bune mexdurê erdhejê re sersaxiyê dixwazin û weke civaka Êzidî û Jinên Êzidî em êşa wan parve dikin. Em şifayê ji tevahî birîndaran re dixwazin û em hêvî dikin ku kesên di bin kavilan de jî werin rizgar kirin.”

‘Zarok di bin kavilan de mane’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bi bîr xistin ku AKP ji bo parastina gel tiştek nekiriye û dom kir: “Rexmê ku tê zanîn cihên ku erdhej lê çêbuyî xetên wê ne, lê hukumeta AKP’ê ji bo parastina gel tiştek nekiriye di encama xemsarî, sextekarî û hîleyan de avahiyên ku gel dikevinê dibin gorên wan. Li gel ku sedemên ev qas windahiyan hukumete lê em dişopînin hawar û qêrîna mirov, zarokan dibin kavilan de bilind dibe lê Hukumeta AKP’ê MHP’ê tiştek ji bo rizgariya gel nake bi hewara wan ve nayê haya alîkariyên ku ji gel re diçe dest datîne ser, ev cihê şermê ye.”

‘Çi ji destê kê tê bila bike’

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê çi ji destê kê were ji bo mexdûrên erdhejê bikin û li hawara wan biçin û wiha hat gotin: “Di vê tevahî cîhan ji bo gelê ku mexdur mane rabin ser piyan û destê alikariyê dirêjî gel bikin. Her wiha herêmên Rojavayê Kurdistanê yên dibin dagirkeriya Tirkiyê de û dibin destê hikumeta Suriyê jî eredhej çêbu gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha bi sedan birîndar bun ji wan re jî em sersaxî û şîfaya dixwazin. Li herêmên dibin destê Hukumeta Suriyê de jî alîkarî jêre nayê kirin her wiha herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de jî weke Cindirêsê heya niha kes bi hewara wan ve neçune, ne Suriye ne jî dewleta Tirk bi hewara wan ve diçin. Em bang li civaka xwe ya Êzidî her wiha bang li tevahî gelê Ewrupa dikin ku çi ji me bê em ji bo kesên mexdur bikin. Êşa wan êşa me hemûyane, birîna wan birîna me hemûyan e.”

Show More
Back to top button