“Ji bo Rêber Apo rabin ser piyan û têkoşînê bikin”

Welatiyên me tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan  Şermezar kirin û gotin;”Divê ji bo azadiya Rêber Apo her kes rabe li ser piyan”

Welatiyên me tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan  Şermezar kirin. Welatiyên me gotin ew dixwazin Rêber Ocalan û gel ji hev qût bikin, lê wê ti carî nekarin û gotin;”Divê ji bo azadiya Rêber Apo her kes rabe li ser piyan.”

Li gora nuçeya ketiye ajansa rojnewsê welatiyê me ku Hevserokê Meclîsa Gel a Duhola Salih Şengalî ye dibêje ku ew tû caran tecrîdê qebûl nakin û wiha got; “Em weke gelê Êzidî ticaran vê tecrîdê qebûl nakin. Ev tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan di ol û qanûnan de nîne. Li tevahî cîhanê mafê girtiyan yê telefonê û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re heye. Lê, tenê ji bo Rêber Apo ev maf nîne û ev nêzî 2 salene her tişt hatiye qedexekirin. Ev tiştekî derveyî mirovahiyê ye. Rêveber Apo ji bo tevahiya cîhanê têkoşînê dike. Divê mirovê azadîxwaz ji bo Rêber Apo li ser piyan û ti taybet divê dewleta Tirk ji ber bêhiqûqiya xwe were darezandin.”

Salih Şengalî bal kişand li ser zilma dewleta Tirk û wiha domand; “Hêviya me ji gelê me yê Şengalê heye ku komkujiya 3’ê Tebaxê ji bîr nekin. Ka çawa Rêber Apo şervanên xwe ji çiyayên Kurdistanê hewara me ve şandin û wan şervanan bi dehan şehîd di oxira vî gelî  de da.”

Di dawiya nirxandina xwede hevserokê meclîsa gel a Duhola Salîh Şengalî wiha got; “Divê em li tevahiya cîhanê bidin zanin ku dewleta Tirk, zalime û kafire. Ji xwe em tev dizanin ku di dîroka xwe de dewleta Tirk bi komkujî û bêehlaqiya xwe tê naskirin. Ji berî sedsalan ferman anî serê Ermeniyan û milyonek û nîv Ermenî kuştin. Bi qasî vê bawermendên olên cuda kirin misilman. Eger em bikevin li pey kiryarên wê, emê bibînin ku di rastiyê xwe de bê dîn û îmame. Em daxwazê ji tevahiya gelan dikin ku ji bo Rêber Apo rabin li ser piyan û têkoşînê bikin.”

Ciwanê bi navê Karwan Şengal jî diyar kir ku dijmin ji fikrê Rêber Ocalan ditirse, ji bo wê her diçe tecrîdê girantir dike û wiha pêde çû: “Em van dewletên ku destê wan di nav girtina Rêberê me de heye tevan şermezar dikin. Em weke gelê Êzidî tişta kû Rêber Apo û şervanên wî ji me re kirî ticaran ji bîr nakin. Dixwazin Rêber Apo tine bikin, lê wê ticarî  nekarin. Ji ber fikrê Rêbertî li tevahî cîhanê belav bûye. Banga min li tevahî kesên ku fikrê Rêber Apo ji xwe re esas digire ewe ku ji bo azadiya Rêber Apo her çalakiyan bikin.”

Ciwanê bi navê Sivyan Hecî jî bi van gotinan nêrînên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan anî ziman wiha got “Em weke ciwanên Şengalê heya Rêberê me di girtîgehê de be, em ê jî wê li ser piyan bin. Emê têkoşîne bikin, heta ku em azadiya Rêberê xwe dibînin. Ji ber Rêber Apo dixwaze hemû milet bi rengê xwe, bi ola xwe û zimanê xwe bijîn. Ev yek jî dijî fikrên desthilatdare, ji bo wê her diçe tecrîdê li der Rêber Apo giran dikin. Rêber Apo kesayeteke wihaye ku bi peyvek wî cîhan radibe ser piyan. Herwiha pirtûkên Rêber Apo dihêle ku gelên bindest fêrî mafê xwe xwestinê bibe û jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Em dîsan bang li tevahiya cîhanê dikin ku ji bo azadiya Ocalan rabin li ser piyan.”

 

Show More
Back to top button