Civaka Êzidî li dijî konferansa Mûsilê derket: Emê hevkarên DAIŞ’ê efû nekin!

Komeleya Tehrîr a Ji bo Pêşketinê li Mûsilê bi îdîaya 'çareserkirina nakokiyên navbera Êzidî û Ereban' û pêkvejiyanê de, konferansek lidarxist û belgeyek bi aliyan da îmzekirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û malbatên qurbaniyên fermanê vê konferansê weke xiyanetek li doza Êzidiyan, rewatî dayîna hevkarên DAIŞ'ê û efûkirina wan binav kirin û encamên konferansê bi daxuyaniyên çapemenî û nivîskî redkirin.

Malbat û kesûkarên şehîdên fermana 3’yê Tebaxê vêya weke hewldana dayîna efûkirina kesên hevkariyê bi DAIŞ’ê re kirine pênase kirin û encamên konferansê red kirin.

Bi vê armancê îro hem malbatên qurbaniyên fermanê yên xizmên wan di gorên komî de li Komelgeha Herdan daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û vê hewldana li Mûsilê weke dayîna efûkirina hevkarên DAIŞ’ê binav kir. Her wiha hate gotin, ancax biryara vêya ji aliyê malbatên qurbaniyan ve were dayîn, nabe ti kes bi navê van malbatan biryarê bide.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê de hate gotin, ewê di parastina doza Êzidxanê de bi israrbin û got: “Çi lihevkirin bêyî girtina nêrîna civaka me nayên qebûl kirin. Em careke din dibêjin, ti pirsgirêkeke civaka Êzidî bi gelê Ereb re nîne, me her timî hewldaye pêkvejiyanê esas bigirin. Lê destê kî di xwîna gelê me de hebe, kesên bûne sedema fermanê wê ti carî ji aliyê gelê me ve û malbatên kurbaniyan ve neyên efûkirin.”

‘Ev belge xiyaneta li doza Êzidiyan e’

Malbatên şehîdên Fermana 3’yê Tebaxê jî ji bo bertek nîşanê konferansa Mûsilê bidin, li ser Gorên komî ên li ser rêya Komelgeha Herdanê kombûn û bi daxuyaniyekî konferansa Mûsilê şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Xeyrî Elî ve hate xwendin. Xeyrî Elî dazanîn, ew bi ti awayî belgeya lihevanînê ya li Mûsilê hatiye îmzekirin qebûl nakin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em belgeya li konferansa Mûsilê hate îmzekirin red dikin û emê li hember her kesek ku bixwaze doza Êzidiyan li aliyekî din de bibe rawestin. Ev lihevkirin bi belgeyên sexte û bi peymanên sexte têne çêkirin. Ev xiyanet û komploya li dijî xwîn û axa me ye. Emê nehêlin, ti tawanek bi belgeheyên lihevanînê werin nixûmandin û sûcdar jî dibin navê aşitiyekî derewîn de werin parastin.”

‘Sûcên qirkirinê bi kaxezên lihevanînê nayên efûkirin’

Xeyrî Elî dazanîn ti sûceke paqijkirina etnîk ango qirkirinê bi kaxizên lihevhatinê nayê efûkirin û axaftina xwe wiha domand: “Em vê belgeyê weke xiyaneta li jiyana bihezaran mirovên bêgûneh ji aliyê terîrostan ve hatin qetilkirine. Emê ji bo standina mafên xwe têbikoşin. Heya edalet pêk neyê û sûcdar neyên darizandin emê gav bipaş ve ne avêjin. Divê beriya her tiştî mexdûr werin guhdarkirin, ji bo edalet pêk were.”

Hêjayê bi bîrxistinê di 16’ê Adarê de li Mezargeha Şerfedîn a li Şengalê civînek berfireh bi amadebûna Qasim û Heyder Şeşo her wiha dibin çavdêriya berpirsê PDK’ê Qadir Qaçax de pêk hatibû. Kesên ku di wê civînê de amadebûn ku beşek ji serok eşîrên Şengalê ên ser bi PDK’ê ne, heman kesin ku duh tevlî konferansa Mûsilê jî bûne. Ji ber vêya tê gumankirin ku li pişt konferansa Mûsil jî PDK hebe.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button