Li Şengalê xebatên ji bo şînkirina herêmê didomin

Di çarçoveya pêngava şînkirina Şengalê de şaredariya komelgeha Borik a Şengalê dest bi pêngavek din a şînkirina herêmê kir. Di vê pêngavê de wê 700 şitlên dara bên çandin. Şaredariya gel a Borik bang li xelkê kir ku bi wan re bibin alîkar

Di sala 2019’an de ji bo şînkirina Şengalê projeyek dar çandinê ji aliyê şaredariya gel a Rêveberiya Xweser ve hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de heya niha pêngav bi pêngav asta şînkahiyê li Şengalê zêde dide. Ji aliyê şaredariya gel ve li hemû gund û navçeyên Şengalê bi hezaran dar hatine çandin.

Li ser vî esasî şaredariya gel a Borik îro dest bi pêngavek din a şînkirina herêmê kir. Di vê pêngavê de biryare 700 şitlên daran li rexa rêya sereke a ku ji Borik derdikeve bi dêrêjahiya 7 kêlometreyan bên çandin.

Ji rêvberiya şaredariya gel Neîm Borik da diyakirin ku wan ji bo vî gelî û xweşikiya gundê Borik dest bi vê projeyê kirine, lê ev proje tenê ji aliyê şaredariyê ve tê birêve birin û ev bang kir; “Em bang li gelê xwe dikin bêtir bibin alîkar û ji bo serxistina vê projeyê her kesek xwe berpirsyar bibîne.”

Endamê şaredariya Borik Îzat Berkat jî got; “Me îro dest bi çandina daran kiriye, ji ber ku asta şînkahiyê li Borik kême, ev kar ji bo me pîroz û binirxe, lewma em bi dilxweşî karê xwe dikin û em dixwazin gel jî li van daran xwedî derbikevin.”

Endamê şaredariyê Duhla Cemal Dawid ku ji bo alîkariya beşdarî pêngavê bûye da diyakirkin ku ew dixwazin li her cihê Şengalê daran biçînin û got: “Pêwîste herkesek giringî bide paqijî û şînkirina herêmê, ji ber ku ev proje ne tenê ji bo şaredariyan, ji bo tevahiya xelkê meye.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button