Peyama meclîsên gel: Meclîs ez im, meclis tu yî! 

Endam û rêvebirên meclîsên gel ên Şengalê diyar kirin ku fermana li ser Êzidiyan bi êrişan û şerê taybet berdewam dike û banga hevgirtinê kirin: “Meclîs kî ye? Meclîs ez im, tu yî. Meclîsa gel meclîsa Êzidiyan e, cihê herkesekî ye û ne girêdayî tu hizbê ye.’’

Duh di saetên sibehê de, balefirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li pey hev Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanekê dan. Di encama van êrîşan de zarokek 12 salî şehîd ket û 7 kes jî birîndar bûn. Meclîsa Xweseriya Demokratêk a Şengalê derbarê êrîşê de daxuyanî da û destnîşan kir ku beriya êrîşê MÎT’a Tirk û rêxistina îstixbaratê ya PDK’ê li Hewlêrê kom bûne û li pey êrîşa Sinûnê jî PDK heye.

Endam û rêvebirên meclîsên gel ên Şengalê jî diyar kirin kul i ser Şengalê planên nû hene û ev êrîş berdewama fermana 2014’an e. Endamê Meclîsa Til Qesebê Seydo Xidir bibîrxist ku ev ne cara yekem e dewleta Tirk Şengalê hedef digire û got: “Gelek caran dewleta Tirk bi teyareyan êrişê Şengalê dike û gelê sivîl dikuje. Balafirên dewleta Tirk li Sinûnê li Meclîsa Gel da, meclis çi ye? Meclîs gelê me ye, gelê Êzidî ye.’

‘Zarokê 12 salî ma PKK ye?’

Piştî êrîşê, medyaya PDK’ê wekî her caran hewl da ku êrîşan rewa nîşan bide û çepûrast bike. Seydo Xidir bertek nîşanê vê yekê jî da û wiha pirs kir: “Ew zarokê 12 salî ku hatiye kuştin ma PKK ye? Belku navê PKK’ê jî nebihistiye. Em dibînin hikumeta Iraqê jî bêdeng e, êdî planeke Iraqê bi dewleta Tirk re hebe, berjewendiyên wê hebe. Dewletên cîhanê jî, deng nakin. Gelo ji ber ku em Êzidî ne deng nakin?”

‘Li sûkê, li malan, li bazarê li me didin’

Xidir diyar kir ku ev êrîş fermaneke nû ye ku li ser Êzidiyan tê meşandin û wiha axivî: ‘’Heyvê çend caran bi balafiran li civaka me didin. Li sûkê, li malan, li bazarê li me didin. Ev jî ferman e. Eger destê hikumeta Iraqê tê de nebe Tirkiye nikare her roj êrîşê Şengalê bike û însanan bikuje. Meclîs kî ye? Meclîs ez im, tu yî. Êrîşê kuçe, kolan, mal û dikanên me dikin. Bi van êrîşan ji fermanê xirabtir dikin.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Xêro Qasim jî balê kişand ser meclîsên gel ku dibe armanca êrîşan û wiha got: “Meclîsa gel meclîsa Êzidiyan e, cihê herkesekî ye û ne girêdayî tu hizbê ye. Ew zarokê ku şehîd xistin, ne endamê tu hizbî bû. Hikumeta Iraqê jî bêdeng e. Ji ber bêdengiya Iraqê dewleta Tirk evçend êrişan dike.’’

‘Şerê taybet tê meşandin’

Xêro Qasim her wiha hişyar kir ku li ser Şengalê şerê taybet tê meşandin û ev mînak da: ‘’

Piştî êrîşê li ber derê Asayîşa Êzîdxanê hin kes kom bûn. Dixwazin civaka Êzidî xwe bi xwe bide kuştin. Ev jî planek e tê meşandin. Bila miletê me hişyar be, ev hemû plan in li ser me têne meşandin. Naxwazin Êzidî bi pêş ve biçin.’’

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Xêro Qasim li hemberî van êrîşan banga yekîtî û xwedîderketina Êzdiyatiyê li gel kir.

ROJNEWS-ŞENGLA

Show More
Back to top button