Wezareta Derve ya Iraqê ji Tirkiyeyê xwest hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bang li balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê kir û nameya nerazîbûna li ser êrişa radest kir. Di heman demê de bi fermî ji Tirkiyeyê xwest hemû hêzên xwe ji nava xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê vekişîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, îro Wezareta Derve ya Iraqê, bang li balyoze Tirkiyeyê yê li Bexda kiriye û têkildarî êrişên wê yên di 17’ê Nîsanê de li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dayîn destpêkirin jê zelalî xwestiye.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro têkildarî operasyona befireh ya wî welatî ku çend roja hatiye destpêkirin bang li balyozê Tirkiyeyê yê li Bexda Elî Reza Guney hate kirin. Daxwaza zelalkirinê jê hate kirin ku bandorî li ser herêmê kiriye. Di heman demê de nameyek tund rawestî wî hate kirin. Jê hate xwestin vî karî dawî lê bînin û binpêkirina red dikin.”

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî ji Tirkiyeyê xwestiye ku hemû hêzên xwe yên leşkerî ji nava xaka Iraqê vekişîne û rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de, wiha tê gotin: “Mafê Iraqê ye ku riyên pêwîst ên guncav li gorî bendên Neteweyên Yekbûyî (NY) û yasayên navneteweyî li hemberî vî karê dijminkare û yekalî yê Tirkiyeyê bigire ku bêyê hemahengiya li gel hikûmeta Iraqê dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button