Necla û Asîma gihêştin Şengalê

Di van rojên ku em ji ber 104 şêniyên xwe ku li gundê Koço bi merasîmek girseyî oxirkiriye dijîn de mizginiyek xweş gihaşt destê me

Hate hînbûn ku piştî 7 salan herdu jinên dîl ketîbûn destên çeteyên DAÎŞ’ê bi selametî gihêştine Şengale.

Li gora jinnews ragihandiye Necla Seîd û Asîma Casim ku ji hêla Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ve ji destê DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin piştî gelek hewildanan îro teslîmê malbatên wan hatine kirin.

Herdû jinên cîwan ji aliyê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ve teslîmî malbatên wan hatin kirin. Di dema teslîmkirina malbatên wan de ji Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferîda Şengalê axivîye û dibêje; “Em ji HSD’ê re spas dikin. 2 jinên ciwan rizgar kirin bi xwîna xwe. Bi keda HSD’ê ev tişt pêk hat û divê her kes wê tiştî baş bizane.”

Necla Seida 23 salî ye. Necla Seîda jî wiha got; “Ez ji gundê Tilqesebê ye kevinê me. Dema DAÎŞ gund ji bilî dengê guleyan tiştek nedihat bihistin. Em jî wekî malbatên din reviyan û me berê xwe da Şengalê. Em hatin malekî lê me nedizanî ka çi bê serê me. DAÎŞ’î hatin cihê ku em reviyan ketin nava keç û xortên êzidî. Me ji hevdû qut kirin. Jinên ciwan birin cihek din û ji malbatên wan qut kirin. Ez û 4 xwişkên xwe her wiha 7 jinên ciwan ên din ji malbatê hatin qutkirin. Piştî ku em ji malbatê hatin qutkirin me birin Misûlê.”

Necla piştî ku ev qas kurtasî behsa serpêhatiya xwe kir bal kişand ser rizgarkirina xwe û dibêje: “Ez ji HSD’ê spas dikim. Em îro hatin ser axa xwe. Ez dixwazim alîkariyê xelkê Şengalê bê kirin. Jinên ciwan divê ji destê wan bê rizgarkirin.”

Asima Casim jî ku beriya demeke hatîbû rizgar kirin û li Mala Êzidiyan ya li Cizrê li benda vegera Şengalê bû wiha nêrînên xwe anîye ser ziman: “Roja ku em hatin girtin gule li ser mere davêtin. Şer dest pê kiribû. Em hatin girtin û cihê ku em birêvin tunebû. Piştî 3 rojan em ji malbatê hatin dûrxistin. Li ber çavên me gelek kes bi hovîtî hatin qetilkirin. Ji bo jinên ciwan ên êzidî bi rastî rojên nexweş bûn. Em îro hatin ser axa xwe bi saya HSD’ê, em bi saya wan rizgar bûn. Bila kes li ser rizgarkirina me siyasetê nekin. Gelek hevalên HSD’ê ji ber me şehîd bûn. Em wê tiştê ji bîr nakin.”

Li ser navê Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferîda Şengalî jî li ser rizgarkirina her du jinên ciwan wiha dibêje; “Me îro 2 jinên ciwan ên êzidî teslîmê malbatên wan kirin. Em weke keç û jinên êzidî tucarê natirsin. Gotinên Şehîd Zerdeşt jî tu carî ji bîra me dernakevin. Em êzidî natirsin, ewqas ferman bi serê me de hatin lê êzidî tu carî paşve gav neavêtin. Piştî fermanê me li ber xwe da, em ê berxwedana xwe jî bidomînin. Heta ku em hemû keç û jinên êzidî rizgar bikin. Di fermanê de 7 hezar keç û jinên êzidî ketin destê DAIŞ ê, bi xiyaneta mala Berzaniyan. Bila êzidî xwe nas bike û li dijî firotina keç û jinên êzidiyan rabin serpiyan.”

Ferîda bal kişand ser rizgarkirina her du jinên ciwan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji HSD’ê re spas dikin. 2 jinên ciwan rizgar kirin bi xwîna xwe. Heya roja me ya îro jî ji aliyê HSD’ê ve zarokên me tên rizgar kirin. Bi keda HSD’ê rizgarî pêk hat divê her kes wê tiştî baş bizane.”

Li ser navê malbata jinên ciwan Kamila Xanim axivî û wiha got: “Em niha kêyfxweşîn jî lê dilê me jî şkestiye. Ji ber ku ji bo rizgarkirina wan gelek hevalên me yên HSD’ê şehîd ketin. Ji mala min 7 kes di destê DAIŞ’ de ne. Rojek bê ew jî dê rizgar bibin bi saya HSD’ê. Ez ji HSD’ê spas dikim.

ÇAVKANÎ; NESRİN HİSÊN-VİYAN SAÎD–ŞENGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button