MXDŞ’ê civîna xwe pêk anî

Meclîsê  civîna xwe ya 2 mehan lidar xist bi tevlîbûna tevahiya nûnerên sazî û rêxistinên ser bi Rêveberiya Xweser re. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir

https://www.youtube.com/watch?v=DJ20ZMYGJ1w&feature=emb_logo

 

 

Li Meclîsa Gel a Xanesorê dûh Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêkhat. Di destpêka civînê de rewşa siyasî hate nirxandin. Di nirxandinên siyasî de îşaret bi berxwedana Gare hate kirin û hate diyarkirin ku li ser bingehê tinekirina sîstema xweseriya demokratîk êrişa li ser Gareyê pêkhatiye û li Başûr, Bakur, Rojava û Şengalê sîstema xweser ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedef tê girtin.

Herwiha beşdaran diyar kirin ku eger cihek weke Gare ya stratejîk bihata dagirkirin, wê Şengal jî biketa li ber metirsiya dewleta Tirk. Di civînê de hate gotin ku ji bo her êrişekê divê civaka me amade be.

Piştî rewşa siyasî rapora Saziyên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hatin xwendin û nirxandin. Piştre jî li ser karûxebatên dema pêş ên MXDŞ’ê nirxandin hatin kirin.

Di beşa dawî de hilbijartina pêşwext a Iraqê û çawaniya pêşwazîkirina hilbijartinê bi berfirehî hate nîqaşkirin.

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button