Li Şengalê goreke komî hate dîtin

Li Şengalê goreke komî hate dîtin. Di vê gorê de cenazeyê 11 kesan heye. Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de ev xelkê me yê Êzidî kuştibû

Saziya Tipa Edlî ya Nînovayê ragihand ku li Şengalê û derdora wê goreke komî dîtine ya ku tê de cenazeyê 11 kesan heye.

Hate diyarkirin ev kes di Tebaxa 2014’an de, di dema qirkirinê de hatine kuştin.

Heta îro li Şengal û derdora wê herî kêm 85 gorên komî yên aîdî Êzidiyan hate dîtin.

Aqûbeta bi hezaran kesên winda jî nayê zanîn. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kiribû ji xeynî qetlîaman bi hezaran jin û zarok hatibûn revandin û çeteyan ev jin û zarok kiribûn koleyên zayendî. Gelek jin û zarok jî hatibûn kuştin.

Show More
Back to top button