‘Baweriya Êzidiyan bi hêza berê nemaye’

Endamê berê yê Serkirdeya YNK’ê Osman Banîmaran derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de diyarkir ku ger desthilatdariyek nekaribe sînorên xwe ji dagirkeriyê biparêze, nebe baştire

Osman li ser gefên li ser Şengalê jî da zanîn ku hêzên ku berê li Şengalê bûn civaka me neparastin, ji bo vê êdî bawerî bi wan nemaye.

Endamê berê yê Serkirdeya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Osman Banîmaran derbarê êriş, dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gefên dewleta Tirk ya li ser Şengalê ji Rojnews re axivî.

Osman destpêkê balkêşa ser baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistan û Iraqê. Osman divê mijarê de got ku her welatek nekaribe parastinê li xaka xwe bike, dev ji hikumetê berde baştire.

Osman di dewamê de daxuyakirin ku derbazkirina sînorên Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê cihê şermezariyê ye. Rêveberê berê yê YNK’ê Osman destnîşankir ku ger hêzên biyanî, baregehên leşkerî di nava xakek de avabikin, ti serweriya wî welatî nemaye û hatiye binpêkirin.

Osman li ser heman mijarê domkir û got; “Car hebû li ser derbasbûna lawirek ya ji sînor, li hin welatan şer derdiket. Lê Tirkiye bi dehan welatiyên Kurdistan û Iraqê bi topbaran û bombebaranê şehîdxistiye. Kes behs nake. Eger desthilatek ji bo parastina xelkê be û nikare xelkê biparêze, ji bo çi dibin rêveber û desthilatdar?”

Rêveberê berê yê YNK’ê Osman di dewama axaftina xwe de balkêşa ser gefên dewleta Tirk ya li ser Şengalê û wiha axivî; “Karesatên mezin bi serê Êzidiyan hatiye û xedrek mezin li wan hatiye kirin. Desthilatdariya berê liwir nekarî Êzdiyan biparêze, ji bo vê niha baweriya Êzidiyan bi wê hêza ku berê liwir bû nemaye.  Tirkiye û Îran şerê Şengal dikin, Tirkiye bi rêya dostê xwe û Îran jî bi rêya Şîeyan şer dike.”

ÇAVKANÎ: HEJAR REŞÎD-ROJNEWS

Show More
Back to top button