Ji civîna salane ya TAJÊ biryar û plansaziyeke berfireh derket

TAJÊ bi beşdariya hemû endam û komîteyên xwe yê civîna nirxandina kar û xebatên salekî lidarxist û rojeva sereke xwe rêxistinkirina jinan, mîsogerkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bû. Di encama nirxandina salê de plansaziyeke berfireh ji bo sala nû ya xebatê hate derxistin.

Îro li Digûrê ya Şengalê bi beşdariya hemû endam û komîteyên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), civîna nirxandina xebatên sala 2023’an hate lidarxistin. Civîn bi dirûşma, ‘Emê bi fikrên Rêber Apo rêxistin, perwerde, yekîtiya jinan û Xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ hate lidarxistin. Civîna ji aliye Berdevka TAJÊ Rîham Hico, endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel û Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hate rêvebirin. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzîdxanê re destpêkir. Rîham Hico axaftina vekirinê kir û dazanîn ewê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo di sala nûde mezintir bikin. Rîham Hico her wiha dazanîn ewê di sala nû de ji bo hemû pirsgirêkên jinan bibin hêza çareseriyê û bibin çavkaniya hêviyê ji bo wan.

Piştî axaftinê perspektîfên Rêber Ocalan yên li ser jin û civaka Êzidî hate xwendin û paşê jî rapora kar ya salane ya TAJÊ û komîteyên girêdayî wê hatin xwendin û paşê jî nirxandina wê ya siyasî û kar xebat hate kirin.

Di civînê de tecrîda li ser Rêber Ocalan, kar û çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, êrîşên li ser civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser jî hate xwendin û hate gotin, ewê di sala nû de têkoşîna xwe ya di her qadê de bilindtir bikin.

TAJÊ her wiha rewşa jin li Şengalê û siyaseta desthilatdaran ya li ser jinên Êzidî jî nirxand û ji ber nekarîne bi temamî pêşî li zext û tundiya li ser jinê bigrin û wiha hate gotin: ‘Li dijî civaka Êzidî ji fermanê heya niha bê navber pîlanên qirêj têne meşandin. Li pêş çavê cihanê her roj êriş li ser civaka Êzidî tê kirin. Bi taybet di salên dawî de ji bo ku vîna jina Ezidî bê şikandin, bi her awayî êrişê jin tê kirin. Lê weke TAJÊ her tim em li dijî van erişan rawestiyane û me sekna tekoşînvan ya jina Êzidî nîşandaye. Di heman demê ji bo civaka Ezidî xweseriya xwe bidest bixe, wê jin pêşengtiyeke bihêztir bike. Herçend ji ber pêşketina tevgera jin li Şengalê tundî, zext û kuştinên jinan kêm bibin jî, ji ber me nekarî bitemamî pêşî lê bigirin rexnedayîna xwe didin.’

Ji beşdarvanên civînê Cîgira Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklîn Hisên derbarê civînê de wiha axivî: ‘Di civîna me de hem kar û barên salekî hate destgirtin, hemjî rewşa Rêber Apo bi berfirehî hate nirxandin. Di civîna me ya bi beşdariya jinên Êzidî û Ereb pêkhat de, girîngiya mezinkirina xebatên ji bo azadiya Rêber Apo, têkoşîna dijî dagirkeriyê û çareserkirina hemû pirsgirêkan civakî hate destnîşankirin.’

Piştî nirxandinên berfireh, plansaziya kar ya sala nû hate derxistin. Plansaziya TAJÊ ya sala 2024 wiha ye:

-TAJÊ wê bi dirûşma, ‘Rêber Apo mêhvanê mala weye’ li seranserê Şengalê serdana malbatan bike, malbat têkildarî fikrên Rêber Apo û tecrîda li îmraliyê de agahdar bike. Her wiha dê di serdanan de  wêneyên Rêber Ocalan jî diyarî malbatan were kirin.

-TAJÊ wê ji bo Rêber Ocalan nameyek ji CPT’yê re binivîse û rewşa Rêbertî û girtîgeha Îmraliyê bipirs e.

-Bi armanca azadiya Rêber Ocalan dê konê çalakiyê were vedan.

-Di meha Sibatêd e komxebatek jin li ser Rêber Apo were lidarxistin.

-Fikir û felsefeya Rêbertî bi hemû jinan were nasandin.

-Bi armanca ti jinek bê perwerde nemîne, dê bê navber dewre û akademiyên perwerdehiyê werin rêxistinkirin.

-Ji bo guhertin û veguhertina mêr dewreya perwerdeyê ji bo mêran were vekirin.

-Bi armanca avakirina Asayîşa Jin xebat were meşandin û hewl were dayîn di çend mehên pêş de were pratikkirin.

-Meclîsa Jinên Ereb bi awayeke fermî were avakirin û xebatên wê were berfirehkirin.

-Tevlî konferansa jin ya Ewropa ya li ser jenosîdê were çêkirin.

-Konferansa Jinên Şengalê di asta Iraq û Şengalê de, di salvegera fermanê de were çêkirin.

-Di salvegera fermanê de li Iraqê rêze hevdîtin werin kirin û amadekariya Avakirina Platforma Jin.

-Ji bo jinên tên kuştin û xwedikûjin komîteya lêkolînê were avakirin, encamên wê were nirxandin.

-Siyaseta PDK’ê ya pêşxistina fihûşê li nava jinê de û çêkirina kartan (bac) li ser ragihandinê û medya mecazî were teşhîrkirin.

-Di meha Sibatê de vekirina dewreyeke dîplomasiyê ya 10 rojan.

-Di salvegera fermanêd e Însiyatîfeke Jin di asta Iraqê de were ragihandin.

-Li ser fermanê name ji hêzên navnetewî û cihên peywendîdar re bê şandin.

-Di meha adarê de li dijî femînisîde kampanya were ragihandin.

-Ji bo qanuna jin derbixin Komîsyonekê jin bê avakirin.

-Hewl bêyîn şandeyek ji bo Almanya û Rûsya were şandin.

-Ji bo tu jin bê xwendin û nivîsandin nemîne, di hemû meclîsên jin de dersa ziman were dayîn.

-Ji bo tu mal bêrêxistin nemîne, serdana hemû malbatan were kirin.

Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel ji ajansa me re axivî û ji jinan xwest têkoşîneke wêrek û ji xwe bawer bimeşînin û dazanîn asta pêşketina jinên Êzidî ji saya Rêber Apo ye.

ŞENGAL-ROJNEWS

17/01/2024

Show More
Back to top button