Şêniyên Ereb ên Şengalê bi meşek tecrîdê şermezar kirin

Şêniyên herêma Ereban a Şengalê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan û fermana li ser civaka Êzidî şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê bi yekitiya Kurd û Ereban tecrîdê têk bibin û pêşî li fermanan bigrin.

Meş ji aliyê meclisa jinan û  meclisa giştî ya pêkhateyên Ereb a Şengalê ve hat birêxistinkirin. Meşê li Barê bi bilindkirina wêneyên Rêberê  Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û avêtina dirûşman dest pê kir.

Çalakvanên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin, li ber asayişa Barê dest bi meşê kirin.

Meş veguherî mitîngê. Li wir piştî rêzgirtinê, daxuyanî bi zimanê Erebî hat xwendin.

Ji kesên ku beşdarî çalakiyê bibûn Siham Mihemed axivî û  tecrîta li ser  Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Êrîşên DAIŞ’ê ne kêm bûn, jinan kuştin, zarok sêwî man, her kesê koçber kirin, her kesê qetil kirin.

Sîham bal kişand ser kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê bi serê civakê de anîne û wiha got: “DAIŞ’ê têkiliya me û Êzidiyan xirab kir lê niha em hemû yek in bi fikrên Serok Apo em bûn yek û dijminatî di nava me de nema, em bi hev re pêşve diçin.”

DAIŞ çavkaniya jiyanê kir hedef loma bi hezaran jin qetilkirin

Ji çalakvanên meşê Xedîca Mihemed Idrîs jî fermana li ser Êzidiyan wiha nirxand: “Êrîşa DAIŞ’ê di serî de li ser jinan bû ji ber ku tunebûna wan tunebûna civakê ye jî. Jin çavkaniya hêz û manewiyata civakê ne ji bo wê jî DAIŞ’ê ew kirin hedef. Êrîşa DAIŞ’ê civakbûna me û cîrantiya me û Êzidiyan hilweşand. Lê îro bi projeya neteweya demokratîk projeyeke ku hemû pêkhate û gelan digre nava xwe de, em bi hev re dijîn. Ew fikir jî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in lewma ew dixwazin vê îradeyê têk bibin.”

Mitîng bi dirûşmên azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

NÛJIYAN ÊZIDXAN-Şengal- NÛJÎNHA

Show More
Back to top button