Yên duh tenê hiştin wê îro çawan bi parêzin?

Di ajansa Rojnews de nivîsek berfireh li ser rewşa îro ya Şengalê, polîtikayên hukumeta Iraqê û rêveberiya herêma Kurdistanê jî din av de berfireh gelek tişt girtiye dest bala me jî kişand. Em jî dixwazin cardin li vir ji bo we parvekin, bêyî ku guhartin têde çêkin

Hêzên ku duh Şengal bi tenê hiştin û rê li ber komkujiya gelê Şengalê vekirin, îro carek din dixwazin vegerin Şengalê. Armanca van hêzan ewe ku Rêveberiya Xweser a ku ji piştî 2015’an ve li Şengalê bi berdelên mezin hatiye avakirin, ji holê rakin.

Roja 25’ê Adara 2021’an Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ragihand, di 15’ê Adarê de hevdîtinek di navera rêveberiya xweser û şandeya ji aliyê hikûmeta Kazimî ve hatibû şandin de çêbû. Di vê hevdîtinê de wan hemû daxwazên xwe bi awayeke eşkere ragihandin. MXDŞ’ê di hevdîtinê de ji şandeya Iraqê re diyarkiribû ku pirsgirêka Şengalê ne ewlekariye, ji serî heya dawî siyasiye. Çareseriya wê jî dê bi naskirina Statûya xweseriyê çareser bibe. Dema statû zelal bibe, wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Şandeya Iraqê jî wê demê daxwazên MXDŞ’ê guhdar kir û diyar kir ewê li ser van daxwazên wan bixebitin. Lê wê deme du tişt ji Rêveberiya Xweser xwestin, ewjî; Hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê derkevin û artêşa Iraqê derbasî çiyayê Şengalê bibe. Ji bo pêkanîna wê jî heya 1’ê Nîsanê dem dane MXDŞ’ê.

Roja 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Hewlêr-Bexda de li ser Şengalê lihevkirinek pêkhat. Li gorî lihevkirinê, divê hêzên xwecihî yên Şengalê ji bajar derkevin, hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê vegerin nava Şengalê.

Piştî lihevkirinê yekser Rêveberiya Xweser a Şengalê nerazîbûn li dijî lihevkirinê nîşanda û da zanîn ew ê vê lihevkirinê qebûl nekin. Ji bo betalkirina vê lihevkirinê gelek caran şandeya MXDŞ’ê li gel rayedarên Hikûmeta Iraqê civiyan.

Ji ber berxwedaniya xelkê Şengalê û nerazîbûna raya giştî ya li dijî vê lihevkirinê heta niha lihevkirina li ser Şengalê pêknehatiye. Lê Hikûmeta Iraqê bi israre lihevkirinê bicih bîne. Herî dawiyê jî heta 1’ê Nîsanê dem daye MXDŞ’ê ji bo hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê derkevin û artêşa Iraqê derbasî çiyayê  Şengalê bibe.

Di beramberî van gefên Hikûmeta Iraqê de jî MXDŞ’ê ragihand, wan heya niha her rêbaza çareseriyê esas girt û ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz dikin, serî li rêya şer nexe. MXDŞ’ê diyarkir ew ji tehdîtên wan natirsin. Lê eger ew di şer de israr bikin, ew ê jî liberxwe bidin. Her wiha banga xwedî derketina li Şengalê hate kirin û hate gotin, rê nedin fermanek din mîna ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser gelê Êzidî were.

YÊN KU BÛN SEDEM KOMKUJÎ Bİ SER ÊZİDİYAN WERE, DİXWAZİN CAREK DİN VEGERİN ŞENGALÊ

Roja 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Şengalê kirin, wê demê hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê ji Şengalê reviyan û xelkê Şengalê bê parastin hiştin. Ev yek jî bû sedem ku çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek mezin bi serê gelê Êzidî anî. Ev komkujî wek komkujiya sedsala 21’an tê bi navkirin û Êzidî jî wek Fermana 73’an bi nav dikin.

Di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de Şengal hat dagirkirin, ji bilî qetilkirina hezaran welatiyên Êzidî, zêdetirî 5 hezar jin û zarokên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li bazaran wek kole hatin kirîn û firotin.

Di dema vê komkujiyê de sazî û rêxistinên Êzidiyan daxwaz ji Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin ku bi hewara xelkê Şengalê de werin.

Li ser van bang û daxwazên Êzidiyan, HPG û YPG bi hewara Şengalê çûn, YPG’ê di demek kurt de karî korîdorek mirovî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de veke û bi deh hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar bike.

HPG’ê jî ku ji beriya ferman pêkwere, 12 gerîla şandibû Şengalê, lê di dema çûna Şengalê de 3 ji wan ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, 9 gerîlayên din karîbûn xwe bigihînin Şengalê. Di roja destpêkê ya komkujiyê de her 9 gerîlayan li ser Çiyayê Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û rê nedan çeteyên DAIŞ’ê derbasî çiyayê Şengalê bibin û hîn zêdetir komkujiyan bikin.

Roja 8’ê Tebaxê jî HPG’ê hêzek zêde ya gerîla ji bo parastina gelê Êzidî şand Şengalê. Bi gihiştina hêza HPG’ê ya Şengalê re şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê destpêkir. Gerîlayan bi hezaran Êzidiyên ku di Çiyayê Şengalê de mabûn parastin û nehêlan çete derbasî çiyayê Şengalê bibin.

Di dema berxwedaniya Şengalê de ciwanên Êzidî ji bo parastina deverên xwe, xwe bi rêxistin kirin. Bi alîkariya HPG’ê û YPG’ê di sala 2014’an de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û di sala 2015’an de jî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku ji xort û keçên Êzidî pêktê hat damezrandin. Vê hêzê di rizgarkirina Şengal derdora wê de rolek mezin girt ser milê xwe.

Roja 13’ê Mijdara 2015’an de HPG, YBŞ, YJŞ bi operasyonek hevbeş ku pêşmerge jî têde bejdarbûn, navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Roja 14’ê Çileya 2015’an Meclîsa Xweseriya Şengalê hate avakirin û ji bo ji nûve avakirina bajêr di hemû aliyan de dest bi kar û xebatên xwe kir. Divê çarçoveyê de jî di Hezîrana 2016’an de Asayîşa Êzidxanê hate avakirin.

Her wiha beşek ji hêzên PDK’ê li cihên nêzî Şengalê bi cih bûn, lê bi bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an re carek din hêzên PDK’ê Şengalê bi tenê hiştin.

Lê hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê xelkê Şengalê parastin. Vê yekê jî wisan kir ku heta roja me ya îro xelkê Şengalê xwedî li van hêzên xwe derdikeve.

Ji roja rizgarkirina Şengalê ta îro bi hezaran koçberên Şengalê vegeriyane ser cih û warên xwe. Di warê siyasî, civakî, çandî û parastinê de sîstemek nû hatiye rûnişkandin û aramiya Şengalê di parêze. Heta Hikûmeta Iraqê bi xwe jî îtiraf kiriye ku ti pirsgirêkek ewlehiyê li Şengalê nine.

Roja 12’ê Adara 2021’an Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq di civînek çapemeniyê de têkildarî rewşa Şengalê got; “Rewşa ewlehiya Şengalê gelek başe. Em li gel hinek rêxistinan di nava hewildanan de ne ku Şengalê ji nûve avakin.”

Piştî lihevkirina Bexda-Hewlêr ya li ser Şengalê, piraniya aliyên Iraqî di hevdîtinên li gel şandeya MXDŞ’ê de piştgiriya xe ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re nîşandane û nerazîbûna xwe li dijî lihevkirina li ser Şengalê anîne ziman.

Herî dawiyê Sekretereyê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî destnîşan kir ku eger Peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê were pêkanîn, wê xiyanet li civaka Êzidî ku ji bo rizgarkirina Şengalê xwîna xwe rijandiye, were kirin. El-Xezelî bal kişand ku berdewamkirina vê rewşê di berjewendiyên Recep Tayyip Erdogan û aliyên dixwazin herêmê perçe û kontrol bikin, lewma divê çareseriyek rast were peydakirin ku gelê Şengalê parastina bajarê xwe bikin.

Li vê derê pirsên werin kirin evin, çima li dijî rêveberiya Şengalê lihevkirin tê kirin ku di demekî de hemû Êzidî dibêjin emê axa xwe bi parêzin û ji kesê re nehêlin? Gelo ew hêzên ku di dema êrişên DAIŞ’ê de Şengalê ne parastin û reviyan, wê îro çawan vegerin, wê bikarin Şengalê bi parêzin?

Lê waneya ku civaka Êzidî ji bûyerên dema borî wergirtî, bûye sedem ku îro civaka Êzidî baweriya wan bi ti hêzek biyanî neyê û daxwaz dikin ku rêveberiya wan a xweser were naskirin.

ÇAVKANÎ: BERHEM LETÎF-ROJNEWS

Show More
Back to top button