Li Şengalê fermana 74’an hat bîranîn

Bi boneya rasthatina fermana 2014’an ji aliyê şaredariya gel a Şengalê ve meşek ji korîdora mirovî dest dan destpêkirin û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê jî semînera bi navê “Jin û ferman” da û serdana gorên komî yên gundê Koço kirin.

Şengal-Bi hatina salvegera fermana 74’an li şengalê çalakiyên cûr bi cûr tên li dar xistin Bi pêşengiya şaredariya gel a Şengalê, bi hezaran kes herikîn korîdora mirovî û ber bi hewza biçûk ku bi hezaran kesan ji tîbûna di dema fermanê de rizgar kiribûn ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên bimre îxanet û pankartên ku li ser “gerîla hebûna me ye” û bi “têkoşîna jinan tola fermanê bigrin” û “jibîrkirin îxanet e” nivîsandîbû hatin hildan.

Jinên ciwan ên Şengalê yên ku di civakê de kar û xebatên wan sekn û biryardariya wan li ser civakê bandoreke mezin çêdike, ji bo bîranîna tevahî şehîdên fermanê û tevahî jinên ku bûne qurbanî ji aliyekî ve semîner û gotûbêjan li dar dixin ji aliyê din ve jî serdana gorên şehîdên fermanê dikin.

Meş

Li ber hewzê dest û rûyê xwe şûştin

Her kes dema ku gihîşt ber hewza avê, dest û rûyê xwe şûşt. Ew hewza biçûk bû lê nehatibû jibîrkirin ku di dema fermanê de tişta kir ji deryayekê mezintir bû.

Di kêliyên mesa ku her kesê fermanê şermezar dikir de balafirên şer ên artêşa dewleta tirk a dagirker li ser asîmanê Şengalê difiriyan. Lê dengê dirûşmên bimre îxanet û berxwedan jiyan e, bi ser dengê balafiran diket.

Li ser rûyê her kesê ku dimeşiya hesteke bê şîrove hebû, ji milekî ve kêfxwşî hebû, ji milekî din ve jî bi êş bû. Piranî di nava fikrên xwe de çûbûn wan kêliyan, dema tîbûn, birçîbûna ji bo xwe xilaskirinê dibeziyan. Gelo çend zarok li ser van riyan bi saya gerîlayan xilas bûn gelo heta ev korîdor vebû çend ciwanên Kurd xwe feda kirin.

‘Gerîla hatin hewara me û vê korîdorê ji me re vekirin’

Ji kesên ku beşdarî çalakiyê bibûn Tewrê Xelef ji ajansa me re axivî. Tewrê di serî de bal kişand ser korîdora mirovî û wisa got: “Gerîla hatin hewara me vî riyê ji me re vekirin. Di fermanê de hemû hêzên ku me diparastin reviyan. PDK’ê û hêza Iraqê reviyan. Gerîlayên Azadiyê hatin û em rizgar kirin. Ger gerîla nehatibûya em ê tune bibûna. Em tu carî keda gerîlayan ji bîr nakin. Fermanek bû ku dayik û xwişkên me hemû birin. Xwişka min tevî 3 zarokên xwe hê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. 12 zarokên xalê min hê jî di destên çeteyan de ne, xalê min kuştin, her kesê revandin.”

Tewrê Hisên jî yek ji wan kesên ku di dema fermanê de di korîdora mirovî re derbas bibû ji me re axivî behsa wan kêliyan kir û got: “Tîbûn û birçîbûnek mezin hebû. Pir zarok ji tîna mirin. Piştre gerîla bi hewara me ve hatin û me xilas kirin. Ger gerîla nebûya em ê hemû ketibûna destên DAIŞ’ê. Kesek xwedî li me derneket, tenê gerîla û hêzên Rojavayê Kurdistanê bi hewara me ve hatin. Îro hêza me heye, hemû ciwanên me di nava hêza me de ne. Em di dawiyê de silavên xwe ji berxwedana gerîla re dişînin û tu carî qenciya Serok Apo ji bîr nakin.”

Meş bi dirûşmên berxwedan jiyan e û bimre îxanet bi dawî bû.

Semînera ciwanan

‘Em weke dara berûyê ne’

Di  semînera ciwanan de ji Jinên Ciwan Sara botan têkildarî bîranînê axivî tevahî şehîdên 74 fermanan bi bîr anî û soza tolhildana wan da û wiha dirêjî da hevokên xwe: “Îro em hemû ji bo şehîdên xwe yên fermanê amade bûne. Neh sal di ser fermanê de derbas bûn lê hê jî birînên me nû ne ji ber ku li Şengalê bi dehan gorên komî nehatine vekirin. Hê jî bi sedan dayik û xwişkên me di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Ev yek ji nêzikatiya Iraqê bigre heya ya tevahî cîhanê dide diyarkirin. Em jî weke Jinên Ciwan dixwazin ji tevahî cîhanê re bibêjin çi dibe bila bibe wê nikaribin koka me tune bikin. Ji ber ku em qewmê rojê ne em weke dara berûyê ne. Em ê bi vîna xwe bi xweseriya xwe bi xwedîderketina li hev dawiya fermanan bînin. Ya ji me re lazim e ew e ku em tifaqa xwe çêbikin û êşên xwe ji bîr nekin, em ax û baweriya xwe çand û civaka xwe biparêzin.”

Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de serdana dibistana Koço ya ku di fermanê de tevahî gundî lê hatibûn komkirin  û li wê derê hatibûn kuştin û firotin kirin li wêneyên şehîdên gundê fermanê nihêrîn û hestên xwe bi hev re parve kirin.

‘Em ê birînên xwe derman bikin

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Şîlan Şengalî jî bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Îro ji bo me rojeke giran e ji ber ku em ber bi salvegera fermanê ve diçin em ber bi roja reş ve diçin. Ger ne ji gerîlayên azadiyê bûya em rizgar nedibûn, îro jî ger ne ji hêza QSD’ê bûya jinên Êzidî ji destên çeteyên hov rizgar nedibûn lê bi keda wan bi xwîna şehîdên QSD’ê bi sedan Êzidî ji destên çeteyên hov rizgar bûne. Divê civaka me xwe nexapîne ji derveyî me û xêrxwazên me kesek me ji vê êşê xelas nake û kesek dawiya fermanan nayne. Ji bo wê em ê xwe bi rêxistin bikin û bi xebata xwe birînên xwe derman bikin em ê bi parastina xwe dawiya fermana bînin.”

HÊVÎDAR JIYA-NÛJÎNHA

 

Show More
Back to top button