Jinên Êzidî ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Jinên Êzidî li dijî kompoloya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê meşek li dar xistin.

Bi pêşengiya jin û ciwanên Êzidî li dijî komploya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye” li Şengalê meşek hat lidarxistin. Meş li ber benda konrtolê ya Şehîd Gênco ya Asayîşa Êzidxanê dest pê kir. Bi sedan jin û ciwanên Êzidî tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên jina Kurd Jîna Emînî û alên TAJÊ’yê hatin hilgirtin. Di meşê de li ber strana “Çerxa Şoreşê” bêyî navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Kî Rêber e, APO” hatin berzkirin. Meş heta baxçeyê “Rêber Apo” yê li  geliyê Kersê dewam kir.

Li vir Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Xaliya Şengalî daxuyaniyek da. Şengalî îşaret bi têkoşîna bi 50 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Têkoşîna bi 50 salan a bi pêşengiya Rêbertiyê derketiye holê, bi berdelên pir giran hatiye meşandin. Em jî wek ciwan îdia dikin ku ev sala 50’yî wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê. Wek tê zanîn ev 24 sal in Rêber Apo di encama komploya navdewletî de bi awayekê fîzîkî dîl tê girtin. Em tecrîda girankirî ku li îmraliyê tê meşandin, wek berdewamiya vê komployê dibînin. Dijmin nikare berxwedana Rêbertiyê bişikîne. Bi awayekî hovane êrîşê çiyayên me dike. Şagirtên Rêbertiyê jî li dijî dijminê dagirker serkeftinên pir mezin bi dest dixin û armancên dijmin pûç dikin.”

‘ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê BI HEVKARIYA PDK’Ê PÊK HATIN‘

Şengalî diyar kir ku dijminê wan pir tengav bûye û wiha pê de çû: “Lewma jî berê êrîşên xwe daye ser Şengal, Rojava, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê. Di asta cîhanê de yê ku herî zêde azadiya jinan aniye ziman û hewil daye jin azad bibin, Rêber Apo ye. Dijminên jinan jî bi vê yekê baş dizanin, lewma herî zêde êrîşê jinan dikin. Ev dijminatiya li dijî jinan di şexsê jina ciwan Jîna Emînî de li Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Li vir ne tenê Jîna Emînî hedef hat girtin, hemû jin hedef hatin girtin. Hişmendiya ku niha li Îranê li jinan tê ferzkirin, heman hişmendiya ku di 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve li ser jinên Êzidî hat ferzkirin û Malbata Barzanî jî heta dawiyê piştgirî da hişmendiyê ku jin û gelê me yê Êzidî pê hate qetilkirin. Hemû kes dizane ku êrîşên DAÎŞ’ê bi hevkariya PDK’ê pêk hat.

Li dijî vê hişmendiyê jinên Êzidî li ber xwe dan û xwe zane kirin. Dijminên civaka me ji bo vê rêxistin û zanebûnê bişikînin, êrîşên xwe zêdetir kirin. Armanca dijmin ew e ku gelê me yê Êzidî û hemû gelan tune bike, ji baweriya wan dûr bike û gelan qir bike. Em hemû dizanin ku yê herî zêde li dijî dijmin li ber xwe dide û nahêle armancên wan pêk bên Rêber Apo ye. Serokatiyê, her tim ji bo gelê Êzidî banga hişyariyê dikir û dûrketina ji welat wek qikirin bi nav dikir. Em wek ciwanên Êzidî niha di wê ferqê de ne ku eger Şengal ji destê me biçe wê çanda me û baweriya me jî ji destê me biçe.“

‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINÊ YE‘

Xaliya Şengalî destnîşan kir ku divê gelê me her tim têkoşîna parastina çand û welatê xwe bike û got: “Divê tiştên pêk hatine em ji bîr nekin û ji bîrkirin xiyanet e. Li ser vî esasî em çiqas xwedî li çand û welatê xwe derbikevin, em ew qas nêzê azadiya Rêbertiyê dibin. Kesê ku xiyanetê dikin, wê nekarin li ser axa Şengalê bijîn û ew ê hesab bidin. Em careke din dibêjin azadiya Rêber Apo, azadiya jinê ye.“

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

  • ANF- ŞENGAL
Show More
Back to top button