‘Komkujiya Parîsê li dijî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye’

Jinên Êzidî yên li Şengalê duyemîn komkujiya Kurdan a li Parîsê di 23'ê Kanûnê de pêk hat şermezar kirin, gotin ev komkujî li dijî felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê ya di encama wê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî vê êrişa nemerdane û tirsonek li her deverê cîhanê Kurd û dostên xwe rabûn ser piyan. Jinên Êzidî yên bal kişandin ser duyemîn komkujiya Kurdan a li Parîsê pêk hat, destnîşan kirin ku ev êriş li dijî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û gotin dê nikaribin daxwazê azadiyê tune bikin.

‘Ev sedsala azadiya jinan e’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Kamla Emer ya êrişê şermezar kir wiha got; “Di kesayeta van hevalan de bejna xwe li hemberî tevahî şehîdan ditewînin. Aqilê mêrê desthilatdar û qirker li her deverê jinan dike armanc. Îro em lê binêrin li ku derê têkoşîn hebe li wir jin pêşeng in ji bo wê dewleta Tirk a dagirker jî li her derê êrişê jinên pêşeng dike.”

Kamla Emer di berdewamiya gotinên xwe de got: “Ew çi bikin jî weke jin em nasekinin em ê li dijî her cure dagirkerî, tecrîd û komkujiyê li ser lingan bin. Ev sedsala azadiya jinan e ji bo wê em dibêjin ‘JIN JIYAN AZADÎ.’ Li her devera cîhanê kurd û dostên wan hene û dê tekoşîna xwe ya li hember tecrîd û dagirkeriyê bidomînin.”

‘Ji hêza me ditirsin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Caklî Hisên jî li ser komkujiya duyem a li Parîsê wiha got0: “Em berî her tiştî tevahî hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û dibêjin em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em sersaxiyê ji malbatên hevalên xwe yên di komkujiya duyem a Parîsê de şehîd ketine dixwazin. Roja îro em dibînin ku li Rojhilata Navîn, li her deverê jinan dikin armanc. Ji hêza me ditirsin ji bo wê êrişê me dikin.”

Caklîn Hisên bal lê kişand ku ev êriş li ser felsefe û birdoziya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hatiye û wiha got: “Em ê weke jinên Êzidî her dem li ser lingan bin. Em careke din vê êrişê şermezar dikin û dibêjin dijmin dê tu car nikaribe dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tune bike.”

Show More
Back to top button