Malbatên windahiyên Êzidiyan: Em dixwazîn tevlî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bibîn

Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di 10`ê Hezîranê de ragihand ku ewê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike. Civaka Êzidî ya ku ji her kesî zêdetirji destê çeteyan zilm dîtiye û heya niha aqûbeta bi hezaran kesan nayê zanîn, piştgiriyê dide biryara Rêveberiya Xweser û daxwaz dikin di dema dadgehkirina çeteyan de ew jî amedebûn û rastiya ku bi serê wan hatî li dadgehê eşkere bikin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser Şengalê kirin. Piştî hêzên pêşmergeyan ji Şengalê reviyan, çeteyan dest bi revandin, qetilkir û talankirina Şengalê kirin. Herwiha bi sedhezaran jî gelê Êzidî bi saya berxwedana gerîla û şervanan, xwe ji zilma çeteyan rizgakirin û xwe gihandin cihên ewle.

Li gorî daneyên saziyên navnetewî di dema êrîşa çeteyan de 6 hezar û 417 kes hatin qetilkirin, revandin û libazaran hatin firotin. Ji vê hejmara heta niha aqûbeta 2 hezar û 693 kesan nayê zanîn.

Tevî ku bidawîbûna DAIŞ’ê hatiye ragehandin lê malbatên mexdûran daxwaz dikin ku çeteyên hatine girtin bên dadgehkirin û ji bo agahiyê ji kesên winda bê girtin, divê xebatek cidî bên kirin.

Biryara Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ewê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike. Dibe firsend ji bo malbatên windahiyên Êzidiyan, ji bo mafê wan bê dayîn û aqûbeta kesên winda bê zanîn.

Saro Mirad’ê ji gundê Sîba Şêx Xidir yê Şengalê ku mala mezinê Sîbaya ye, da zanîn ku ji gundê wan zêdetirî 100 kesan hatin revandin û şehîdkirin û got; ”Di dema çeteyan êriş ser Sîbayê kirin, me li ber xwe da û gelek kes li mewziyan de şehîd ketin, heta niha cenazeyên wan nehatine dîtin. Herwiha mêr girtin û xistin gorên komî. Niha li nava Sîbayê sê gorîn komî hene tu kes lê nepirsiye.

Saro Mirad got; ”Ji mala min 7 kes windane û em heta niha aqûbeta wan nizanîn lê em texmîn dikin di nava van gorên komî de bin. Em wek civaka Êzidî, me gelek zehmetî dîtiye û zilm li me hatiye kirin. Heta niha mafê me nehatiye dayîn û ev çeteyên hatine girtin nehatina dadgehkirin. Biryara darizandina çeteyan li Rojava biryarekî di cih de ye û em wek malbatên qurbaniya pêwîste destê xwe bidin destê hev û di vê dadgehê de amade bin. Ji ber ku em bi xwe dizanîn ku DAÎŞ’ê çi aniya serê me em ji her kesî çêtir dizanîn.”

Koçer Mirad’a 73’ê Salî ji malbata wê jî 4 kes ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê. Neviya wê ya 8 salî dema bi dayîka xwe re diçe gundê Koço, çeteyên DAIŞ’ê wan digirin û bi xwe re dibin. Piştî mayîna 5 salan di destê çeteyan de li 2019’an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ji Kampa Holê tê derxistin û bi rêya Mala Êzidiyan û TAJÊ’ê digehe wan. Dayê Koçer wiha got; “Ji ber ku em Êzidî bûn, DAÎŞ’ê ew qas zilm li me kir. Raste êriş birin ser gelek cihan, lê weke civaka Êzidî, zilm li tu kes û tu civakan nehat kirin. Heta niha ji ber kiryarên wan tu tiştek nehatiye kirin. Em dixwazîn beşdarî dagehkirina çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibîn. Ji ber ku em şahidên sûcê çeteyên DAIŞ’ê yê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser civaka me ya Êzidî kirine û em ji her kesê baştir wan çeteyan nas dikîn.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button