Li gel fermanê, bi biryardarî xwe li jiyanê girt -I

Nûhat yek ji wan jinan e ku di şerê hebûnê de pêşengî kir. Ew dixwaze şopên fermanê ji holê rake, rastiya xwe û jinan ji cîhanê re vebêje.

Mirov çawa dikare bi kûrahiya dîrokeke nehatiye nivîsandin dakeve? Çawa dikare xwe bigihîne rastiya ku cewhera xwe veşartî ye? Dîrokeke li ber şahidiya erd û ezmanan ava bûye, roj bi roja çawa eşkere dibe? Belge, nivîsên ku mirov karibin bixwînin û pê hîn bibin zêde nînin, lê belê di kûrahiya jiyanê de gelek fîgur, pênase, rê û resm, nîşaneyên baweriyan hene ku mirovan ber bi nava dîroka zindî ve dibe. Li her derê nîşaneyên çand û baweriyê derdikeve pêşiya mirovan. Xweza her tiştên berê qewimîne li fîstanê spî yê jinan dineqişîne. Rehên jiyanê li se wan fîstanên spî diherikin.

Dîrok; bi taybetî jî fêhmkirina dîroka Êzidiyan ji çav û dilê jinên leheng ên mohra xwe li dîrokê xistine, dibe ku mirovan bigihîne rastiya Êzdatiyê. Jinên ku dîrok nivîsandine, şopa xwe li her devera çiyê heye. Dema ku mirov berê xwe bide wê axê, wan çiyayan hingî hingî bîranîna Zarîfeyan ku li hemberî artêşên mezin ên Osmaniyan li ber xwe dan, Sitî Esan ên rahiştin çekê û xaka xwe parastin, Sitiya Nexşanan ên wêje û hunera jinê bûn, Xatûna Ferxanan ên li êş û azarên jinan guhdarî dikirin û ew pêşkêşî bereketa jiyanê dikirin, Binevş Agalan ên li xaka pîroz li dijî dijmin bûn serhildan, Cîlan û Dayê Gulêyan ên li dijî barbariya DAÎŞ’ê li ber xwe dan hîs dikin û giraniya wan dijîn.

Di Êzdatiyê de ‘sir’ tê vê wateyê. Êzdatiya ku bi “qewil”an tê gotin, ya rast vegotina bi vî rengî ya dîrokê ye. Çîrokên ku di qewlan de derbas dibe, me dibe cih û warê me, dîrokê û cihê ku jiyanê lê destpê kiriye.

Nûhat yek ji wan jinan e ku di şerê hebûnê de pêşengî kir. Ew dixwaze şopên fermanê ji holê rake, rastiya xwe û jinan ji cîhanê re vebêje.

Me bi zorê Nûhat qanih kir ku qala çîroka xwe bike. Çîroka her jineke di vê fermanê de, dîrokeke ji bo vê civakê.

Em diçin cihê kar ê Nûhat, wê bi xwe re dibin û bi rê dikevin. Li ber stranên Radyoya Dengê Çira em diçin. Ji Nûhat re dibêjim, “Ez ê li ser serê vî çiyayî li çîroka te guhdarî bikim.” Di rêya gundê Kersê de em xwe digihînin ser serê çiyayê Şengalê.

Nûhat bi ken dibêje, “Mirov dixwaze li vê derê qala tevahiya jiyana xwe bikin.” Dîmenê ku li pêş çavên me ye ewqasî bi heybet e ku dikare çîroka hemû Êzidiyan hembêz bike.

Nûhat destpê dike: “Navê min nûhat Şengal e. Sala 2000’î li bajarokê Borikê yê Şengalê li nava malbateke ku dilsozê xaka xwe û Êzdatiyê ye, ji dayik bûm. Li gel ewqas zor û zehmetiyan jî malbata min li ser çand û baweriya xwe jiyana xwe dewam kir. Heta ku me karî koka xwe biparêze, me hebûna xwe parast. Fermanên li dijî me jî hemû ji bo bêkokhiştina me bûn. Ji bo qirkirina çand û baweriya Êzidiyan bûn.

Em ji eşîra Qirmata ne. Bi esasî ji eşîra Xalta ne. Bi qasî ku ji lêkolînên xwe hîn bûm em ji Bakurê Kurdistanê koçî Şengalê bûn. Ji herêma Serhedê em hatine vê derê. Mezinên me ji me re negotin ku me kengî koç kirine, lê belê weke eşîr ez zanim ku me piştî fermanekê koçî Şengalê kirin. Li Şengalê li gorî bawerî û kevneşopiya xwe em jiyan. Ji ber fermanan hem eşîra min hem jî malbata min xwe li derve girt. Xwegirtina li derve mîna rêbazeke xweparastinê hînî me kirin. Fermanan bi vî rengî em tengav kirin. Ji me hebû ku bi veşartina li pişt dîwaran em ê karibin xwe biparêzin. Van sînoran heta demekê em parast, lê piştre bû sînor li pêşiya jiyana me. Jiyana me ya malbatî û eşîrî bi van sînoran diyar bû. Şaşitiya têgihiştina xweparastina li pişt van dîwaran em ji cewhera me dûr xist. Ji ber vê yekê me nekarî li cîhanê belav bibe, me derfet neda kesî ku me nas bike. Em di nava xwe de her tim bi rûyê fermanê re rû bi rû man. Ji me hebû ku eger cîhana derve me bibîne wê êrîşî me bike. Me digot, ‘Bila me nebînin, bila me nas nekin, bila haya wan ji hebûna me tune bin’.

Ez jî di nava şerê bawerî, çand û hebûnê de bûm. Malbata min a ku li nav mezin bûm, mîna nasnameya min a hate veşartin, weke jinekê ez jî timî veşartî hişt. Bi xweveşartinê mezin bûm.

Kalê min ji me re qala Êzdatiya berê dikir. Qala heybeta jinan a di nava Êzdatiyê de dikir, qala bereketa jiyanê û civakîbûnê dikir û qalê dikir ku piştre me çawa rastiya xwe ji dest dan. Piştre jî digot, ‘Em nebûn mîna yên berê, me bi qîmeta jinan nezanî, me timî ew biçûk didît. Û piştre bi navê parastina ji dijmi, me jin veşart. Piştre jî me ew li cihê ku veşart ji bîr kir’.

Tiştên ku qalê min qalê dikir, qet ji bîra min naçin. Ji bo me dîrokeke zindî bû. Her ku min lê guhdarî dikir, min hewl dida fêhm bikim ku êşa jiyanê ya jinan gelekî kûr û giran e. Ez zarokek bûm, lê belê weke zarokeke keç hîn di wî temenî de mehkûmî heman çarenûsê hatibûm kirin. Jinên ku di heqîqeta Êzdatiyê de weke xwedawendê dihate dîtin, îro mîna ku tune dihatin dîtin. Her tiştên jinê qat bi qat ji mêr û dijminê Êzdatiyê re hatin hiştin. Li nava malbata ku lê mezin bûm, mêr her tişt bû. Ji ber vê yekê em zarok hemû yên bavê xwe bûn û mafekî dayika min tune bû.”

Nûhat di dema vegotina jiyana xwe de zehmetî dikişand. Dibe ku zarokatiya wê û binpêkirina mafê jinê gelekî bandor lê kiribû.

Bi kûrahiya erdnîgariya bi heybet daket û dewam kir: “Di nava herikîna jiyanê de Êzdatî ji me jinan re zêde nedihate qalkirin. Her cara ku kalê min qalê dikir, nakokî bi min re çêdibû. Min nekarîbû ji dayika xwe re qala nakokiyên xwe bikim. Min li bersiva pirsên xwe digeriya. Ez hîn biçûk bûm, malbata min fikrên Rêber Apo nas kir. Bi saya dayika min ev bayê şoreşê kete nava mala me. Ji ber vê yekê ketim nava lêgerînan. Weke jineke Êzidî min xwest ku nasnameya xwe bibînim. Heta wê rojê yekane tişta ku mi pê zanî bû ew bû ku Êzidî me lê belê weke jineke Êzidî min nizanî bû ku li vê cîhanê cihê min ku der e. Wê demê hîn 9-10 salî bûm. Nêzîkatiya malbata min a li min kir ku zû mezin bibim û hepsa li malê bû sedem ku hîn bêhtir bikevim nava lêgerînan.

Min Kurdîtî û Kurdîtiya li ser Êzdatiyê tenê li Şengalê zanî bûm. Ji aliyê cografîk ve min bi mezinahiya cihê xwe û baweriya xwe nizanî bûm. Piştre min Kurdistan a bûye çar parçe û xaka Êzdatiyê fêhm kir. Bi vê yekê kelecanî bûm. Ez Kurdîtiyê û nasnameya Êzdatiyê ji hev cuda nakim. Vê demê hin Êzidî nasnameya Kurdîtiyê qebûl nakin, her wiha weke sedema fermanê dibînin. Dema ku Kurdîtî li ser Misilmantiyê û malbata Barzanî tê nirxandin, nayê qebûlkirin. Ez bi wî rengî lê nanihêrim. Psîkolojiya ku ji ber fermanê bi me re çêbû, gelek tişt ji me bir. Hebûna me, nasnameya cihê me ji me stand; ez vê qebûl nakim û dixwazim bi nasnameya xwe bijîm. Kurdîtî û Êzidîtî di nava hev de ye ku ji hev nayên qutkirin. Dijmin em parçe kir, gelekî parçe kir.”

Nûhat li gel hesasiyet û gumanên xelkê xwe jî bi biryardarî û bi wêrekî diaxive. Jê re dibêjim, “Tiştên tu dibêje rast e, lê belê hesasiyetên vê civakê jî hene, gelo rast e ku ev hesasiyet ji nedîtî ve bên?” Ew jî bi ken dibêje, “Belê, tu rast dibêje, lê belê ev hêrsa şaş divê ji ser Kurdîtiya malbata Barzanî nebe sedema înkarkirina nasnameya neteweyî. Yek ji fermanên ku Osmaniyan kir ew bû ku Êzdatî û nasnameya Kurdîtiyê ji hev qut bike, bike dijminê hev. Ya ku îro li Kurdistanê diqewime ev e.”

“Em 5 keç û 3 bira ne. Ez a 3’emîn im. Mîna li tevahiya Kurdistanê min zarokatiya xwe têr nedît. Di bin zexta malbat û civakê de mam. Zarokatiya min bi zor û zehmetiyan derbas bû. Malbatê bi çavekî biçûk li zarokên keç dinihêrî, qebûl nedikir. Piştî ku min dest bi xwendina pirtûkên Rêber Apo kir, bûm zarokeke hîn baldar ku nîqaş dikir. Wê demê hîn 9-10 salî bûm. Ji min re digotin, ‘Ev keç dîn e’. Bi çavekî ku bi kêr nayê li min dinihêrîn. Zarokên ji malbata min a berfireh, xwe ji min vedigirtin. Digotin ku wê serê zarokan xera bikin û fikrên nebaş bixin serê zarokan, lewma zarokên xwe ji min vedigirtin. Ez jî timî li ber nêzîkatiya wan radibûm. Ez ji xwe nedidîtin. Digotin ‘Tu ne ji me ye, tu biyanî ye’ û min ev fêhm nedikir. Dema ku ji dayik bûm jî ez nexwestibûn. Dema ku ji dayik bûm li Şengalê ziwatî, birçîbûnê destpê kir. Pîra min jî jiyana xwe ji dest da. Ez jî di demeke bi wî rengî de ji dayik bûm, wan jî ev rewş bi jidayikbûna min ve girê didan. Digotin ‘Bi vê keçê re nexêrtî heye’. Li ser vê yekê navê xwişka min a beriya salekê mir li min kirin û li bendê man ku ez jî bimirim. Ev nêrîn û nêzîkatiya wan a li min heta mezin bûm jî bi vî rengî dewam kir. Qet ez fêhm nekirin. Civaka Êzidî ji qanûnên xwezayê bawer dike û li ser van qanûnan jiyana xwe dewam dike. Lê belê gelek caran weke qederê şîrove dike. Malbata min ez normal nedidît. Dibe ku li gorî wan ne normal bûm. Ji wan hebû ku dinya ji rê derketiye û ya ji rê derxistiye jî ez im.”

Nûhat bi ken dibêje, “Ya ku diqewimî trajediyek bû, lê belê ya ku dinya ji rê derxist, ne ez bûm.”

“Dayika min bi vî rengî nêzîkî min nedibû. Belê bav û apê min li ser qanûnên xwezayê nêzî min dibûn. Li nava malê hevala min a herî nêzîk dayika min bû. Ya ku ez li jiyanê hişt, dayika min bû. Dayika min fikrên Rêber Apo bi min da hînkirin. Ji ber vê yekê cihê dayika min a li nava jiyana min gelekî cuda ye. Bavê min bi rengî cuda nêzî me dibû û bi wî rengî nêzîkî me hemû xwişk û birayan dibû. Her wiha min qebûl nedikir ku bavê min bi PDK’ê re dixebitî. Li gel ewqas tiştên li me hatin kirin, min qebûl nedikir ku bavê min ji bo pereyan bi PDK’ê re tevbigere. Ev yek li min giran dihat. Di vê mijarê de ez jî bavê xwe qet efû nakim. Li nava mala me dayika min PKK’î bû, bavê min jî Barzaniyî bû. Dayika min bi stranên Apoyiyan ez dixist xew. Dayika min carna henek dikir û ji bavê min re digot, ‘Gelo Apoyî û aqlê çeteyan çawa dikarin li heman malbatê bi hev re bijîn? Ev gotinên dayika min ne xema bavê min bû. Dayika min fikrê Apoyî bi kekê min jî da naskirin. Kekê min tevlî nava karên gel bû û vê yekê bandor li min kir.

Min karîbû tenê 3 salan biçim dibistanê. Sala 2007’an li bajarokê Borikê di nava malbatê de hin pirsgirêkan rû dan. Malbata min neçar ma ku ji bakurê Şengalê bar bike gundê Solakê yê li başûrê Şengalê. Min gelekî hez ji gundê Solakê kir. Li wê derê ji zexta giran a malbata berfireh rizgar bûm. Hinekî bêhn hate ber me. Lê belê piştî ku em çûn gundê Solakê nekarîbûm dibistanê dewam bikim. Min jî dixwest hînî xwendin û nivîsandinê bibim. Bi alîkariya kekê xwe hîn bûm. Hînî Latînî bûm. Sala 2013’an kovarek têkildarî Rêber Apo gihîşt ber destê me. Yekem car min fikrên Rêber Apo bi berfirehî xwend, hîn bûm. Ji bo kes nebîne min ew kovar li malê veşart û bi dizî dixwend.

Di Newroza 2013’an a Amedê de wêne û nameya Rêber Apo hatibûn. Kêfa dayika min gelekî jê re hatibû. Ji min hebû ku Rêbertî azad bûye. Min şekir xistibû nava fîstanê xwe û li cîranan belav kiribû. Ji min pirsîn ‘Çi bû, te mizgîniyek wergirtiye?’ Min jî got, ‘Belê, Rêbertî berdan’. Bi hesteke ku bi kûraniya wê baş nizanî bûm, kêfxweş bûbûm.

Sala 2013’an malbata min biryar da ku vegere bajarokê Borikê. Min gelekî ji Solakê hez kiribû. Li wê derê hevalên min hebûn. Her wiha min li Solakê şivantî dikir, bi gokê dilîst û gelek lîstikên me yên din hebûn. Ji gundê Solakê me berê xwe didan çiyê û digeriyan. Dema ku em vegeriyan bakurê Şengalê, em li jiyana koçeriyê ya berê vegeriyan. Em li Borikê timî koçber bûn, li quntarên çiyê man.”

Nûhat niha baştir fêhm dikim. Ew keçeke çiyayî bû û her lûtkeya çiyê nîşaneya wê bû. Rûkeniya Nûhat ji bedewiya çiyê bû. Li dijî fermanan, bi biryardarî xwe li jiyanê digirt.

WÊ DEWAM BIKE…

ROJBÎN DENÎZ-ŞENGAL

Show More
Back to top button