“Li ser jinan cilên reş ferz dikin”

Şêniyên Efrînê yên Êzidî ji ber ku çete dixwazin bi darê zorê wan bikin musilman bi êrîş, revandin û kuştinan re rû bi rû tên. Li ser jinan cilên reş ferz dikin, heya niha bi dehan kes revandine û qetil kirine

3 sal di ser dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ya Efrînê re derbas bû û hîn jî şêniyên Efrînê rastî zilm û zora dewleta tirk û çeteyên wê tên. Şêniyên Efrînê yên Êzidî ji ber ku çete dixwazin bi darê zorê wan bikin musilman bi êrîş, revandin û kuştinan re rû bi rû tên. Li ser jinan cilên reş ferz dikin, heya niha bi dehan kes revandine û qetil kirine.

Jinên Efrînê yên êzidî bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên artêşa Tirk ên li dijî pîroziyên olî deynin û dawî li sûcên ku DAIŞ li dijî jinan pêk tînin, bîne.

Li ser vê mijarê hevseroka Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Sûad Hiso ji ajansa anha re axivî û wiha got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî pîroziyan û dibistanên êzidiyan sûcan pêk tînin, bi zanebûn pîroziyên olî yên li gundên êzidiyan hildiweşînin, her roj şêniyên Efrînê rastî sûcên revandin û qetilkirinê tên nexasim Êzidî, her wiha bi dehan jinên êzidî hatin girtin û revandin.”

Sûad Hiso destnîşan kir ku di nava çend rojên derbasbûyî de gundê Basofanê yê navçeya Şêrewayê du caran hate dorpêçkirin, li gel vê yekê perestgehên êzidiyan ên li gund hatin hilweşandin, bi dehan şêniyên gund hatin girtin û li beramberî pereyekî pir ku digihaşt hezar û 500 euroyan wan serbest berdidin.

Sûad Hiso piştrast kir ku welatiya bi navê Xezalê Selmo a 45 salî ji ber îşkenceyê hişê xwe wenda kir, her wiha welatiya bi navê Fatima Hemko li mala xwe ma, lê artêşa Tirk bombe avêt mala wê û ew qetil kir, ciwana bi navê Nercis Dawûd û gelek jinên din jî bi sûcên artêşa Tirk re rû  bi rû man.

Sûad Hiso bi lêv kir  ku artêşa Tirk li dijî jinên êzidî yên li Efrînê heman sûcên ku DAIŞ`iyan pêk dianî, dike û wiha gotina xwe dewam kir: “Jin bi darê zorê dûrî baweriya wan dixin, cilên reş li wan ferz dikin û bi gefên qetilkirinê dihêlin jinên êzidî bi navê îslamê sond bixwin, mînaka vê yekê jî li gundê Kêmar ê navçeya Şêrewayê ye, lê li gundê Baflûnê yê navçeya Şerayê jî ji ber ku baweriya xwe bi ola êzidî, dianîn nehiştin şênî vegerin malên xwe, li hemberî wan sûcan, hîn jî civaka navneteweyî bê deng e.”

Endama Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Gulê Cafer jî ji ajansê re axivî û got hîn jî li dijî şêniyan nexasim li dijî jinên êzidî sûcan pêk tînin û bal kişand li gel êrîşên dijwar heman demî berxwedaniya şênîyan jî berdewam dike.

Gulê Cafer anî ziman ku li kantona Efrînê 22 gundên êzidiyan hene ji wan; gundê Basofan ê girêdayî navçeya Şêrewayê ku zêdetirî 3 heftiyan dorpêçkirî ma, bê guman sûcên ku tên kirin li dijî hemû kantona Efrînê ye, lê li dijî gundên Êzidî û pîroziyên wan ên olî  sûcên dagirkeriyê zêdetir in, her wiha ji bo  zarokan fêrî ola tundraw bikin dibistan vekirine û dema ku şêniyên ev yek red kir, çeteyên dewleta Tirk ew îşkence kirine.

Gulê Cafer bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku sûcên li dijî Efrînê rawestîne û goristanên Êzidiyan hilneweşîne.

 

 

Show More
Back to top button