TAJÊ: Şehîd Viyan ji bo me bû sembola jina azad

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê Fermandara YJA Starê Viyan Soran ku ji bo protestokirina komploya navdewletî li hemberî Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Ebdullah Ocalan çalakiyeke canbexşane lidar xistibû, bibîr anî

Di daxwuyaniya TAJÊ de wiha hate gotin; “Helwesta Heval Viyan Soran di serî de helwestekî li dijî siyasetên ku li ser Rêber Apo hatin meşandin û îtifaqên ku wê demê ji bo girtina wî ya komplowarî bû.”

Daxwuyaniya TAJÊ wiha berdewam kir; “Di destpêkê de em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî 15’mîn Salvegera Şahadeta Rêheval Viyan Soran bibîr tînin. Di şexsê Şehîd Viyan de em bejna xwe li beramberî hemû Şehîdên şoreşê, Şehîdên Fermanê ditewînin. Em civaka Êzîdî di pevajoyekî gelekî giran de derbas dibin. Di wextekî wiha dijwar de ku berxwedanî û tekoşîna jinan ewqas bilind dibe, beramberî vê jî hovîtiya dijmin û siyasetên ku li ser gelê Kurd û Êzîdî tê meşandin dijwartir dibe. Bi taybet siyasetên ku li ser Rêberê gelê Kurd û civaka Êzîdî, Rêber Apo tê meşandin her ku diçê dijwartir dibe.”

TAJÊ heman demî bal kişand ser tecrîda girankirî li ser Rêzdar Ocalan û wiha pêde çu; “Ev zedeyî 20 sal in ku tecrîda girankirî li greva Imraliyê tê pêkanîn. Helwesta Heval Viyan Soran di serî de helwestekî li dijî siyasetên ku li ser Rêber Apo hatin meşandin û îtifaqên ku wê demê ji bo girtina wî ya komplowarî bû. Dîsa heman siyaset û zihniyeta îxanetkar li ser gelê Başûrê Kurdistanê ku tê meşandin, Heval Viyan qebûl nedikir û li dijî wê xwedî helwest bû. Ji bo Azadiya fîzîkî a Serokatî bi vînekî bêhempa canê xwe da ber agir.”

Daxwuyaniya TAJÊ wiha berdewam kir; “Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, Heval Viyan ji bo me sembola Jina azad, tekoşêre heqîqetê û hevaltiya rast a bi Rêber Apo re ye. Sekna wê ya li dijî zihniyeta zilamê desthilatdar û paşverû ji bo me bû xetik û pêşengek. Di şexsê wê de heqîqeta jina Kurd a ku ji bo ax û welatê xwe canê xwe jî dikarê feda bike hate temsîlkirin. Di heqîqeta jina Êzîdî jî ev rastî tê dîtin. Wek Rêheval Viyan bi sedan jinên Êzîdî di dîrokê de canê xwe ji bo ol, bawerî, civak û axa xwe feda kirine.”

Di dawiya daxwuyaniyê de ev hate gotin; “Ji bo vê jî, bi taybet di van demê de ku hebûna me wek civak di nav xweseriya Şengalê de tê nîqaşkirin û astengiyên ji bo ku ev pêk neyê ji aliye dijmin ve tên dîtin, lazim e em wek jinên Êzîdî mîna Viyanan, Berîvanan û Lavanyan tekoşîna xwe bilind bikin û di xeta wan de xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Apo a fîzîkî mîsoger bikin. Em dubare Heval Viyan Soran bibîr tînin û soza bilindkirina tekoşînê û berxwedaniyê li seranserê cîhanê didin.”

Show More
Back to top button